Trump ji bo Erdogan deriyekî şer e
Erdogan roja ku Trump ji ber serketina di hilbijartinê de pîroz kir jî li ser Kurdan û YPG'ê bazarî kir.
Erdogan roja ku Trump ji ber serketina di hilbijartinê de pîroz kir jî li ser Kurdan û YPG'ê bazarî kir.
Demê di kampanyaya hilbijartinan de, Trump got ezê şer bisekinînim. Ev ji ber ku piştgiriya raya giştî bigire û ji bona wek serokê DYA bê hilbijartin, encamekê plansazîya hilbijartinê bû. Ev pêşdîtin hundirê wê çiqas dagirtiyê û çiqas rastîyekî pratîkî ye, miro demên pêş meyze bike û bibîn e. Lê, ji derveyî ji Trump zêdetir yekê din jî hezdikir Trump bê hilbijartin. Ev kes jî Erdogan bû. Erdogan ev şerên ku destpêkiriye, ne bendê bû Trump dawî bike. Berovajîyê wê ev dagirkirinên ku berê pêk anî bû, demê desthilatdariya Trump de û bi piştgriya wî pêkanî. Dîsa wê hêvîyê da bû ku ji bona qadên dagirkeriyê yên nû derî jêre bê vekirin bû.
Erdogan wisa dide xuyakirin ku aşitîxwaz e. Dibêje bila cîhan bila nav aramiyê de jiyan bike. Dixwaze şerê Israil û Filistîn Rûsya û Ukranya xilas bibe. Lê, erê lê yek wê jî heye, bila ev şer xilas bibin lê ji bona ez Kurdan têkbibim pêşîya min vekin. Kurdan girêdayî wê cîhanê nabîne. Ji bona Kurdan dîrokê de bide bîrkirin ji gelê Kurd peywendiyekî mirovî û aşitîyane na qet nafikire.
Serokê DYA yê berê John Biden zêde guh neda Erdogan. Di dema erka xwe de ew venexwandibû Amerîkayê. Li gel NATO’yê piştgirî dan şerê îmhayê yê li dijî PKK’ê. Lê bi tevahî piştgirî nedan dagirkirina Rojava. Bombardûmana Erdogan a li ser qadên jiyanê, qetilkirin û qirkirina sivîlên li Rojava şermezar kirin û li dijî wan rawestiyan. Ji aliyekê ve hilbijartinên ku Kurdan bi xwe ve girêbidin, ji aliyê din ve jî hevsengiya têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re hilbijartin.
Dema ku Erdogan ji ber hilbijartina Trump pîroz kir jî, kurdan li ser YPG’ê dest bi hevdîtinan kirin. Dibêje, bila şerê cîhanê biqede, lê bila şerê li dijî kurdan bidome da ku qet ronahiya rojê nebînin. Piştgiriyê bidin operasyonên min ên îmhayê yên li dijî Kurdan. Karê min li ser tiştên ku ez bi tenê nikarim bikim hêsantir bike. Dibêje polîtîkayên min ên komkujî û qirkirina bişaftinî dipejirînin.
Piştî hilbijartina Trump, Erdogan di axaftina xwe ya 10’ê Mijdarê de bi dengekî bilind diyar kiribû ku ew ê herêmên mayî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û dawî li hebûna kurdan bînin. Wî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye dê operasyonên xwe yên navdewletî ji bo parastina sînorên xwe û xurtkirina ewlehiya xwe berdewam bike. Em ê ti carî destûrê nedin ku li Başûrê sînorên me welatek din ava bibe. “Em ê herêmên li derveyî dagirkeriyê mane dagir bikin û herêma bi ewle temam bikin.” Beriya niha jî hêzeke mezin li Başûrê Kurdistanê ku di nav sînorên herêma ewlekariya Iraqê de ye, bi cih kirine û êrîşên wan berdewam dikin.
Herêma ku Erdogan jê re dibêje korîdora terorê û herêma terorê ew herêma ku Kurd lê dijîn e. Herêmên ku Kurd tê de jiyan dikin, bi giştî li erdnîgariya ku sînorê Tirkiyeyê ye cih digirin. Armanca Tirkiyê ew e ku bi derxistina kurdan ji vê herêmê dawî li hebûna Rojavayê Kurdistanê bîne. Yanî bi qirkirinê û bişaftinê dixwazin van herêman bê Kurd bihêlin. Kiryarên ku li Efrîn û Serêkaniyê pêk anî ye, dixwaze li vir jî bike. Efrîn di vî warî de mînakeke berbiçav e. Bi veguheztina hejmarek ji Ereb û derdorên din ber bi van herêmên ku piraniya niştecîhên wan Kurd bûn, pêkhateya demografîk guhert. Li Serêkaniyê Kurd nehiştin. Li cihên din jî kurdên ku hejmara wan hindik maye, wek girtiyan tên dîtin.
Zimanê Erdogan jehrê li Kurdan belav dike. Ziman û hişmendiyekî li ser tundî û îmhayê hatiye avakirin. Dibêje divê ji bo pirsgirêk û şerên li erdnîgariyên dûr bi danûstandinên dîplomatîk û rêbazên siyasî çareserî bên dîtin. Lê dema mijar dibe Kurd ji bilî terorê tiştekî din nabêje. Pirsgirêka dîrokî ya 200 salî di têgeha terorîzmê de pênase dike. Çawa ku li ser Tirkiyeyê kirin dixwazin vê li cîhanê jî ferz bikin. Li cîhanê bi tu kesî re qala pirsgirêka Kurd nakin. Naxwazin bibe rojev jî. Ligel ku bi 10 hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran gund hatin şewitandin û bi milyonan kes ji warên wan hatin qewitandin jî ev rastî tên înkarkirin. Dibêjin em tenê li dijî terorê şer dikin.
Eşkere ye ku Erdogan wê ji guhertina rêveberiya DYA’yê sûd werbigire û êrîşên xwe yên li ser Rojava zêdetir bike. Demek dirêj e amadekariya şer dikin. Li herêmên dagirkirî bi deh hezaran hêzên çekdar perwerde dikin û li gorî fermana şer bi cih dikin. Herî dawî serokên van çeteyan birin Hewlêrê. Bi Barzanîyan re hevdîtinên xwe kirin. Ji ber ku yek ji stûnên tasfiyekirina Rojava Barzanî ne. Ji bo ku Rojava were dorpêçkirin, xeniqandin û ji gelek aliyan ve êrîş bê kirin, divê Bashûr jî were aktîfkirin.
Niha ji bilî şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti rêyeke din nîne. Dewleta Tirk ji bo şer dest bi propagandaya şer kiriye û raya giştî jê re amade bike. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li gorî van rastiyan amadekariyên xwe bikin. Pêwîste bi berdewamî raya giştî ya hundir û derve agahdar bike. Divê xebatên dîplomatîk di asta seferberiyê de bên meşandin. Divê Rêveberiya Xweser li gorî rastiya şer xwe amade bike û şêwazekî lezgîn xebatên xwe bidomîne.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî