TRT bi fermî jî bû ya Erdogan!

TRT di ser Serokatiya Ragihandinê re ku nû ava bûye, yekser bi Erdogan ve hate girêdan.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku roj bi roj hîmên dîktatoriya xwe qewîn dike, bi biryarnameyan hemû saziyên dewletê bi xwe ve girê dide.

Bi Biryarnameya Serokkomariyê re du serokatiyên nû di bin sîwana Serokkomariyê de hatin avakirin. Biryara li ser avakirina Serokatiya Stratejî û Budçeyê û Serokatiya Ragihandinê li Rojnameya Fermî hate weşandin.

Bi fermannameya Serokkomariyê re Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), Serokatiya Çand û Tûrîzmê, Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (TRT) bi Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ve hatin girêdan.

TRT'Ê JI XWE CIH NEDIDA MÛXALEFETÊ

Tê zanîn ku TRT demeke dirêj e di xeta AKP/Qesra Erdogan de weşanê dike. Di hilbijartina dawî de, di weşana xwe de bi 22 saetan cih dabû mûxalefetê. Ji bo Tayyîp Erdogan jî 181 saet veqetandibû.