Trîbunala Navnetewî: Li dijî Kurdan şer heye, berpirsê wê hikumet e

Di rûniştina dawî ya Tîbûnala Navnetewî ku sûcên dewleta Tirk kirî tê darizandin bi taybet li ser komkujiya Parîsê hate sekinîn. Dozger daxwaz kir ku hikûemta Tirk ji sûcên kirî berpirs bê dîtin.

Di rûniştina dawî ya roja duwem a Trîbûnala Navnetewî (Dadgeha Gel a Daîmî) bombebarana li Şemzînanê, êrîşa li Guçlukonak, cinayetên siyasî yên li Fransa û komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a Parîsê ku 3 jinên şoreşger ên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn xist rojeva xwe.

BOMBEBARANA LI ŞEMZÎNANÊ

Di vê rûniştinê de dosyaya yekem a hate lêkolînkirin teqîna li Şemzînanê bû. Cuneyt Caniş ku parêzerê dosyaya Şemzînan bû û li ser Skype beşdarî dozê bû, qala rola dewletê ya di bombebarana Pirtûkxaneya Umut ya Seferî Yilmaz a 9’ê Mijdara 2015’an kir. Di vê êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Seferî Yilmaz jî ji pirtûkxaneyê zû derket û bêyî ku birîndar bibe rizgar bû. Caniş wiha got; “Darizandina li Tirkiyeyê ne adil e. Doz hê jî didome û piştî bûyera 15’ê Tîrmehê ku weke helwesta derbeyê dibêjin girtî hatin berdan. Kesên ku destê xwe diavêjin dosyayê bi awayekê ji peywirê tên durxistin.”

KOMKUJİYA GUÇLUKONAK A KU DEWLET LI SER SÛC HATÎ GIRTIN

Bûyerên li Guçlukonak jî parêzvanê mafê mirovan û nivîskar Şanar Yurdatapan vegot. Yurdapatan diyakir ku ev bûyera ku di sala 1996’an de çêbû dewlet bi ser sûc hate girtin. Yurdapatan got destpêkê têkildarî bûyerê video parvekirin. Ev ji aliyê dewletê ve hate kirin û balkişand li ser gelek cinayetên di navbera sala 1996-1997 ji aliyê dewletê ve hatî kirin. Yurdapatan qala dozên ku li wê hatine vekirin jî kir û di dema komkujiyên li Sûrê de mamosteya ku got ‘Bila zarok ne mirin’ cezayê girtîgehê lê birîn. Yurdapatan herî dawî got li Tirkiyeyê hemû tişt, bi taybet sûcên şer jı bo veşartına sûcên şer hatıne lıdarxıstın.

SÛCÊN KU LI FRANSAYÊ HATINE KIRIN

Piştî şahidên bûyerên sûcên li Tirkiyeyê, qala sûcên li Ewropa hatine kirin. Şahidê piştre lêkolîner û rojnamevan Nils Andersson qala cinayetên siyasî yên li Fransayê kir. Andersson di destpêka axaftina xwe de komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a Parîsê bibîrxist û wiha got; “Êrîşên bi hedef ji aliyê gelek dewletan ve hate kirin lê tê înkarkirin. Ev sûcên he sûcên dewletê yên ku li xakên cûda kirine.” Andersson got ku ji sala 1965’an heta îro nêzî 30 êrîşên bi hedef hatine kirin û 24 kes hatine kuştin. Her wiha got ku 28 Baskli li xatên Fransayê jî hatine kuştin. Andersson herî dawî got ku komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an a Parîsê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetikirin, ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin.

COMTE: CARA DESTPÊKÊ YE KU DI DOZEKÊ DE DEWLETEKE BIYANÎ TÊ SÛCDAR KIRIN

Piştî Andersson parêzerê malbatên 3 jinên şoreşger ên Kurd Antoîne Comte wiha got; “Li vê dozê ya cûda ewe ku ji van sûcan di dîroka welat de cara yekem dewleteke biyanî berpirs tê dîtin. Edaleta Fransayê li dijî faîlên van sûcan bertez nîşan da.” Comte wiha domand; “Di komkujiya Parîsê de tenê çekek hate bikaranîn û li cihê bûyerê 10 qapsûlên guleyê hatine dîtin û hemû ji ji yek çekê derketine. Di encama otopsiyê de profesnoyeliya cinayetê derket holê. Di rojên destpêkê yên lêpirsinê de keseke bi guman hate diyarkirin.”

SAKÎNE CANSIZ EFSANEYEK BÛ

Hevala 3 jinên şoreşger ên hatine qetilkirin Nûsel Kiliç jî weke şahid hate guhdarkirin. Kiliç qala çawe naskirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û wiha got; “Dema ku min navê Sakîne Cansiz di komkokujiyê de bihîst jiyaneke giştî ya ku ji min çûyî bû. Ew efsaneyek bû. Ji bo min Sakîne Cansiz nasnameya Kurd bû.” Kiliç got hevala Fîdan Dogan jî bû û wiha got; “Gelek aktorên siyasî wê nasdikir. Sembolekî ya dîplomasiya Kurd bû.”

METAYER: ROJBÎN WEKE QÎZA ME BÛ

Di dosyaya komkujiya Parîsê de ji Komeleya Piştevaniya Kurdistan-Fransa Sylvie Jan û ji Komeleya Dost a Kurd ya Bretonya André Metayer weke şahid hate guhdarkirin. Metayer ku ji bajarê Rennes hatibû got ku ew ji bo şahidiya Fîdan Dogan (Rojbîn) hatine û wiha got; “Weke qîza xwe me hes ji Rojbînê dikir. Rojbîn weke Rojê bu ku ronahî li derdorê belav dikir ji derveyî civaka Kurd jî.”

JAN: JINEKE BÊ QUSUR BÛ

Sylvie Jan jî Fîdan Dogan weke ‘dîplomaeke bi aqil’ bi navkir û wiha got; “Rojbîn hemû kesên ku ji Erdogan nefret dikir dianî gel hev. Jinên Kurd di dema berxwedanê de natirsin. Dem aku min cara destpêkê ev cinayet bihîst min got ku ev provakasyoneke li dijî pêvajoya aştiyê ye.

PLANÊN SÛÎQASTÊ YÊN Lİ BELÇÎKA Û ELMANYAYÊ

Di çarçoveya cinayetên bi hedef yên li Elmanya û Belçîkayê jî weke şahîd Yuksel Koç hate guhdarkirin. Koç têkildarî planên MÎT’ê yên li ser wî agahî da. Koç got ku ji bo hedefkirina nûnerên Kurd ji aliyê MÎT’ê ve Mehmet Fatih Sayan hate erkdarkirin. Koç diyar kir ku têkildarî ve hemû agahî û belge dane edaleta Elmanya û giliyê wî kesî kirine. Doza li Bremenê dewrî dozgeriya federal hatiye kirin. Koç têkildarî Sayan wiha got; “Di medyayekê de kar dike. Wiha bi mere têkilî danî. Ev kes li Qibrisê weke tetikkêş hate perwerdekirin. Me noteke ya tetikkêş ya têkildarî sûîqastkirina min, Remzî Kartal û Zubeyr Aydar xwend. Weke vê zêdetirÎ 20 not ji dewletê re hate şandin. Kesên ku ev plan dikirin, plana komkujiya Parîsê dikirin.” Koç got ku sîxûrê bi navê Mûstafa T di meha Çileyê de tespîtkirine û têkiliya wî ya bi MÎT’ê re bi dengê qeydkirî wê bi dadgehê re were parvekirin.

DEWLETA TIRK LI EWROPA BI BINGEHEKE PARALEL HATE RÊXISTINKIRIN

Koç wiha got; “Eger komkujiya Parîsê bihata ronîkirin, wê elemanên MÎT’ê yên dewleta Tirk şandî Ewropa nebûya yan jî wê hê kêmtir bibûyan. Eger ev komkujî bihata ronîkirin wê êrîşên bi ser Efrînê jî çenedibûn. Ev hemû bi hevre girêdayî ne. Welatiyên sivîl tên qetkirin û hemû cîhan bêdenge. Ji ber vê sedemê biryara ku ev dadgeh bigre gelek girîng e. Dewleta Tirk li Ewropa, li mizgeftan, li sefaretxaneyan weke bingehek paralel hatiye birêxistinkirin.”

PHÎLLÎPS: DYA DIKARE QANÛNA MAGNÎTSKÎ LI SER ERDOGAN PÊK BÎNE

Pîsporê Emerîkî David Phîlîps ku weke şahid li Trîbûlana Navnetewî ya li paytexta Fransa Parîsê hate guhdarkirin got ku DYA dikare li dijî Erdogan pêkanînên malî û qedexeya vizeyê pêk bîne.

Dîrektorê Xebatên Mafê Mirovan û Aşitiyê ya Zanîngeha Columbiayê Davîd L. Phillips têkildarî piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ û EL Kaîde jî şahidî kir.

ŞAKAR: LI DIJÎ OCALAN OPERASYONEKE GLOBAL A KOMPLE BÛ

Herî dawî parêzer Mahmût Şakar qala komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got; “Ev operasyoneke global bû. Pêvajoya vê komployê bi derxistina Sûriyeyê re destpê kir. Pêvajoya darizandinê ya li Tirkiyeyê ‘Şanoyeke’ . Hiqûqa li Tirkiyeyê ji bo Ocalan nayê pêkanîn. Li cihê ku Ocalan lê dimîne mirov nikare bêje girtîgeh, rehîneyeki yê hêzên navnetewî ye, esîrek e. Bi awayeke bê qanûn hatiye revandin, bê qanûnî hatiye darizandin û bê qanûnî cezayê heta hetayê lê hatiye birîn.” Şakar got ku ji 11’ê Îlona 2016’an ve bi ti awayî ji Ocalan agahî nayê girtin û wiha got; “Bi giştî divê mirov vê qeke terora dewletê bibîne.”

DOZGER: EV ŞEREK E, LI DIJÎ GELÊ KURD E

Li ser navê dozer Jan Fermon jî wiha got; “Şerek û şereke topyekûn mijar e. Ev ne tenê li dijî PKK’ê ye ev şereke li dijî tevayî gelê Kurd e. Şereke wiha ye sûcê şer tê kirin e. Di dema vî şerî de weke rêxistina sûc û weke rêxisitna sûc ku hemû sûcê şer bike tevger dike. Şereke li ser derewan hatiye avakirin. Dewleta Tirk weke tevgerekî mafya tevger dike. Li dijî gelê Kurd bi sûcdarên cîhadê re di nava hevkariyê de ye.”

HIKÛMETA TIRK WEKE BERPIRS BILA SUCDAR BÊ DÎTİN

Ferman ev daxwaz ji heyeta dadgehê kir; “Di vê biryara we ji bo berpirsên van bûyerên hikûmeta Tirk be, bê dayîn. Erdogan bi tenê berpirsê sûcê dijî Kurdan ne, sereke berpirse. Ev sûc xilas nebûne. Belgeyên têkildarî sûcên li Efrînê me pêşkêş nekir. Ev sûcê ku didome ye. Lê em ji niha de dizanin yên Cîzre, Nisêbin, Şirxen texrîp kirin berpisên vê hilweşînê  ev ekîbên taybet niha diçin Efrînê. Hûnera hilweşînê ya baş dizanin wê  dîsan pêk bînin. Li Efrînê nûçeyên sûcê şer tê. Ev bihêvî me ku wê heyeta dadgehê bibe dengê gelê Kurd.”

BIRYAR PIŞTÎ DU MEHÊN DIN WÊ BÊ EŞEREKIRIN

Serokê Dadgehê Phîlîppe Texîer dawî li rûniştinê anî, destnîşan kir ku gelê Kurd têkoşînekî dirêj û zehmet dide. Texîer diyar kir ku wê di nava du sê rojan de biyar bide, lê ji ber ku ev lêpirsîn gelek berfire û bi nakoke, ji ber gelek belgeyan ji bo kêmaniyek neyê kirin, biryar wê du meh şûnde bê eşkerekirin. Texîer diyar kir ku wê di 21 heta 24’ê meha Gulanê biryarê eşkere bikin. Serokên dadgehê bibîr xistin ku hikûmeta Tirk hem di hindir û hem jî ji derve de sûc kiriye.

DADGEHA DU ROJAN DOM KIR BI DAWÎ BÛ

Dadgeh piştî rûniştina du rojan û şûnde bi  dawî bû. Di rûniştinan de qetlîamên li Cizrî, Sûr, Şirnex, Nisêbînê, Qelîama Roboskî, êrîşa bombeyî ya li Şemzînan, Qetlîama Gundikê Melê, Kuştinên kiryarên wan nediyar, qetilkirina Mûsa Enter, êrîşên li ser Ozgur Gundem û DEP’ê, Qetlîama Parîs û plansaziyên  sûîkastê yên MÎT’ê yên li Ewropa hate darezandin. Dadgeha Gel a Herdemî ku heft dadgeran bi rê ve dibir, derdorî 45 saziyên navneteweyî û nêzî 300 kesayetan destek kirin. Dadgehê biryar da ku wê piştî du mehan biryara xwe eşkere bike.