Toprak ji aliyê hezaran ve hate definkirin

Toprak ji aliyê hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê Omer Toprak yê li Çewlîkê hat îdîakirin ku di çalakiya li dijî polîsan de cih girtiye hate qetilkirin li navçeya Tekman a Erziromê li gundê Xirbêsor hat definkirin.

Ji 4 kesên ku li Çewlîkê hat îdîakirin ku di êrîşa li dijî polîsan de cih girtiye û hat qetilkirin li navçeya Tekman a Erziromê li gundê Xirbêsor hat definkirin.

Malbata Toprak û rêveberên DBP’ê cenaze ji Fakulteya Zanîngeha Firat a Elezîzê  girtin û bi konvoyê birin gund. Li mizgefta gund wecîbeyên olî anîn cih û bi tevlibûna hezaran kesî birin goristana gund.

Di meşê de alên PKK, YPG û posterên Ocalan hatin vekirin û bênavber dirûşmayên ‘Bijî Serok Apo, kujer Erdogan wê hesab bide, PKK gel e gel li vir e’ hate berzkirin.

Cenaze bi dua û dirûşmayan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê cenaze hate definkirin û bavê Toprak, Mehmet Toprak axaftine ki rû got kurê wî di têkoşîna mafdar a gelê Kurd de jiyana xwe ji dest daye.

Piştî definkirinê girse bi dirûşmayan derbasî mala şînê bûn.