Topkaya yê di rojiya mirinê de ye: Tecrîd pirsgirêka her kesî ye

Girtiyê siyasî Ahmet Topkaya ku ji 30'ê Nîsanê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku yên niha berpirsyariyen xwe bi cih nînin wê nikaribin ji hesabdayina li pêşberî dîrokê rizgar bibin.

Berxwedêrê rojiya mirinê Ahmet Topkaya ji girtîgehê nameyek şand û diyar kir, tecrîd pirsgirêka her kesî ye yên xwe demokrat, çepgir û mirov dibînin.

Topkaya destnîşan kir, encam wê bi berxwedanê diyar bibe û got, " Yên ku niha berpirsyariyen xwe bi cih nînin wê nikaribin ji hesabdayina li pêşberî dîrokê rizgar bibin."

Nameya Topkaya wiha ye:

"Di şexsê hevrêyên berxwedêr de silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Ewladên leheng ên gelê leheng ku ji bo Kurdistana azad û aram canê xwe feda kirin, bi minet bi bîr tînim û bila dost û dijmin her kes zanibin ku em ê di her şert û mercî de xwedî li bîranîna wan derkevin. Banga me ew e ku çalakiya me ya rojiya mirinê bê fêhmkirin û bi cih were anîn. Tecrît ne tenê pirsgirêka dayikên me ne yên li ber deriyê zindanan lêdan û heqaret li wan tê kirin. Pirsgirêka her kesî ye ku ji xwe re dibeje demokrat, çepgir û mirov im. Tecrîd tê wateya binpêkirina îradeya bi milyonan mirovî. Domandina tecrîdê jiholêrakirina nirxên demokratîk e. Bidawînekirina tecrîdê tê wateya rewakirina zext, zilm, komkujiyên sed salî yên dlîroka komarê. Bi zilmê serketin nabe, kî li pêşberî zilmê bêdeng be, ew hevkarê sûc e.

Hovîtiya terteleya li Dersimê ya berî 83 salan hîn dijwar e. Kî qîrîna tolhildanê ya Seyît Riza, Şêx Seîd, Leyla Qasim û Qazî Mûhammed a li meydana Çarçira ji bîr bike, divê li Kurdîtiya xwe bipirse, jê bi guman be. Em ewladên gelê leheng ê xaka qedîm e. Yên ku ji wan heye em ê bi hevdîtineke biçûk a parêzeran qanih bibin, bila li Besê, Elîşêr, Bêrîtan, Mazlûm, Îbrahîm û Denîzan binerin. Wan ti carî tiştek ji dijmin hêvî nekirin. Ne ji bo xwe, xwe ji bo vî gelî feda kirin. Em dixwazin bêjin, bêdudilî em ê xwedî li vê xeta fedayî derkevin û amade ne her berdêlî bidin. Kemal û Xeyriyan nîşanî me dan ku divê em çawa li ber xwe bidin. Em jî soz didin ku em ê mîrateya berxwedana pîroz bi ser bixînin. Yên ku di roja dayikan de rondikên dayikên me dan barandin, hesabê me bi wan re neqediya ye. Ciwanên Kurdistanê hesab dipirsin, wê her bipirsin. Ciwanên Kurd serî li ber faşîzmê netewand, wê ji niha û pê ve jî serî netewînin. Bêguman wê berxwedan encama dawî diyar bike. Çawa ku li Kobanê, Cizîrê, Sûrê berxwedan bi ser ket, ya ku îro jî bi ser bikeve berxwedan e. Gelê me ferman da me ku em berpirsyariyeke dîrokî deynin ser milê xwe. Em ê vê wezîfeya berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin."