TJKE: Divê cenaze biheybet werin rêkirin

TJKE: Divê cenaze biheybet werin rêkirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) ragihand ku ewê cenazeyên 3 siyasetmedarên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin roja 15'ê Çileyê bi merasimekî rêbikin Kurdistanê. TJKE, di serî de bang li jinên Kurd û gelê Kurd kir ku tevlî merasimê bibin û vê peyamê da: "Emê her sê rêhevalên xwe biheybet rêbikin welatê wan Kurdistanê. Kesên ku naxwazin ev komkujî di tariyê bimîne, bila tevlî merasîmê bibin."

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku ne tenê ew, hemû gelên bindest û rêxistinên jin bi awayekî dil û can xwedî li doza Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez derdikevin. TJKE bal kişand ser rola her sê şoreşgerên hatî qetilkirin û vê peyamê da:

"Hevala me Sakine yek ji sazkera PKK'ê bû, ji bilî jî yek ji rêbera tevgera jin a Kurd bû. Me her tim ji ked, coş û heviyên wê yên xurt sûd wergirt. Ew şoreşgereke bêhamba bû ku di zîndanan de li dijî faşizma Tirk dirûşmeya 'berxwedan jiyan e' berz kir.

Emê xwedî mîrateya we derkevin ku digot 'Azadiya jinê tenê di meşa rêça serok Apo de ye'. Herwiha ewê her tim dest nîşan dikir ku 'divê şoreşgerên jin bi serbilindî tevbigerin. Girêdana rêhevala me Fîdan a têkoşîna azadiyê re her tim ji me re bû emsal. Me ji kena wê, coş û rûkeniya we sûd werdigirt. Herwiha ked û zirêktiya hevala Leyla her tim felsefeya PKK'yê anî bîra me.

Şehadeta van hevalên me bû sedem ku hemû derdor werin cem hev û yekîtiya xwe xûrt bikin. Ji bo ev komkujî di tariyê de nemîne û were ronî kirin divê jinên Kurd û gelê me xwedî li cenazeyan derkeve û bi awayekî xurt divê herkes tevlî merasîma şandina cenazeyan bibe."