TJK-E: Sosyalîst Şîlan li her qada jiyanê têkoşîn kir
TJK-E: Hevrê Şîlan mirova şoreş û çalakiyê bû. Gotinên wê ya dawî; ‘Me serî ji faşîzmê re netewand, natewînin’ bû. Hevrêya me Şîlan li her qada jiyanê têkoşîn kir.
TJK-E: Hevrê Şîlan mirova şoreş û çalakiyê bû. Gotinên wê ya dawî; ‘Me serî ji faşîzmê re netewand, natewînin’ bû. Hevrêya me Şîlan li her qada jiyanê têkoşîn kir.
Palabiyik a ku salên dirêj di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de û li Tirkiye û gelek bajarên Ewropa ji bo Rêxistina Jinên Kurd xebat dayî meşandin, demek bû ji ber sedema nexweşiya wê dihat dermankirin.
Palabiyik a ku rewşa wê di dema emelyatê de giran bû, di beşa lezgîn de bû. Lê mixabin jiyana xwe ji dest da.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî wefata Palabiyik daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:
“Hevrêya me Sosyalîst Şîlan Firat (Muzeyyen Palabiyk) a ku hemû jiyana xwe ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê da, ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da. Hevrêya xwe Şîlan a ku demek dirêj li nexweşxaneya Lunen a Elmanyayê dihate dermankirin, bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê di serî de sersaxiyê ji malbat, gelê Kurd û hemû jinan re dixwazin.
Hevrêya me Şîlan di jiyana xwe ya têr û tije de, bi kesayeta xwe ya bawer, berxwedêr, dilekî xurt di xeta azadiya jinê de kesayetek şoreşger temsîl dikir
Hevrê Şîlan li navçeya Kurdoxolî ya Gurgumê dema 3 salî bû malbatê koçî Îzmîrê kir û li wir mezin bû. Hevrê Şîlan a di nava şoreşgeran de mezin bû, her ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê nas kir, girêdana wê ya bi şoreşê re zêde bû. Girêdana wê ya bi Apogeriyan re pêk hat û heta dawiyê li pey wê çû. Bi gotina “Min xwe di PKK’ê de dît’ salên dûr û dirêj di nava refên PKK’ê de ma û li gelek qadan şoreş kir. Dema li Tirkiyeyê xebat dikir bi dehê caran hate destgîrkirin û hate giritin.Hevrê Şîlan a ku êşkenceyên giran jî li ser hate kirin lê ti demê serî ji faşîzmê re netewand. Hevrê Şîlan a ku têkoşîna xwe sala 2000’an li Ewropa da meşandin, li Ewropayê li gelek qadên cuda xebat bi rê ve bir. Hevrê Sosyalîs Şîlan, weke sosyalîstekê her demê jiyana xwe xwe esas girt, her demê li gorî pêwîstiyên şoreşê xwe amade kir, her erka girt li gorî laqîbûnê wê bi cih anî. Xwedî kedekî bê dawî bû.
Felsefeya Sosyalîzm a Demokratîk a Rêber Apo ji xwe re wek rêya bingehîn a jiyanê girtiye û li her derê jiyanê ji bo jiyanê peyda bike di nava têkoşînekî bêhempa de bû.
Hevrê Şîlan mirova şoreş û çalakiyê bû. Gotinên wê ya dawî; ‘Me serî ji faşîzmê re netewand, natewînin’ bû. Hevrêya me Şîlan li her qada jiyanê têkoşîn kir. Berpirsyartiya ku herî dawî di Saziya Malbatên Şehîdan de girtî bi hesasîyetek mezin di odeya nexweşxaneyê de berdewam kir. Ev girêdana wê ya bi şehîdan re ye, ev baweriya wê ya bi şoreş û heskirina wê ya hevaltiyê bû. Ew jî di vê rêya mezin de tevlî nava kerwanên şehîdan bû.
Ew sosyalîst bû, mîlîtana li ser xeta Apo, Şoreşger û avakerê konfederalîzma demokratîk bû.
Em soz didin Şîlana hevrêya Rêber Apo û hevrêya Sarayan em ê hetya dawî berxwedana wê bidin meşandin û em cardin dibêjin serê gelê me sax be.”
Sarsaxiya ji bo Palabiyik wê li bajarê Dortmund ê Elmanya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bê vekirin.