Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Îşev li Kampa Penaberna a Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke mezin a hewayî hate kirin.
Ev êriş ji rewş û bûyerên dawî yên li herêmê ne cuda ne.
Ev yek planeke qirkirin û dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye.
Divê neyê jibîrkirin; Mexmûr em in, Şengal em in, Qendîl em in!
Li dijî vê konsepta tasfiyeyê di serî de jin, ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşînê xurt bikin û her cihî veguherînin qada çalakiyan.
Divê saizyên navneteweyî êdî xwe ker, lal û kor nekin û bi tundî helwestê ji ber vê rejîma faşîzan nîşan bidin.
Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye."