TJK-E: Em tevlî meş û çalakiyên 9'ê Kanûnê bibin

TJK-E, ji bo meş û çalakiyên 9'ê Kanûnê yên ji bo azadiya Ocalan banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li ser çalakî û meşên "Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" yên 9'ê Kanûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda giran a 19 salan ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û hat gotin, "Rêberê me mîna Prometheûs ê agir radestî mirovan kir, li Girava Îmraliyê li ber xwe dide."

TJK-E destnîşan kir, eger ji dewleta Tirk heye ku bi rêya pêkanînên li derveyî mirovahiyê û tecrîda topyekûn dikare Rêberê Gelê Kurd ji gelê Kurd qut bike, hingî xwe dixapîne. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dibe ku Ew bi komployeke navneteweyî ji aliyê fîzîkî ve dîl hatibe girtin, lê belê ew roja me ye ku gelê Kurd ronî û germ dike. Divê cîhan tev zanibe, ti hêz nikare roja me tarî bike û nikare dilsoziya me ya bi Rêberê me re qut bike. Bi hêza em ji wî digirin, em dimeşin û li ber xwe didin."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNÊ

Di dawiya daxuyaniyê de xemsariya welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî Elmanya, Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya li pêşberî tecrîdê hate şermezarkirin û bang li gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd, hemû hêzên demokratîk û şoreşger hate kirin ku 9'ê Kanûnê roja Şemiyê tevlî çalakiyên 'Azadî ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re' bibin.