TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
TJA’yê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar kir û got, “Em ê serî li hember darbekaran netewînin. Em ê di her şert û mercî de mafê xwe dîsa bi dest bixin.”
TJA’yê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar kir û got, “Em ê serî li hember darbekaran netewînin. Em ê di her şert û mercî de mafê xwe dîsa bi dest bixin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilatdarî vîna gel û jinan desteser dike û hate diyarkirin ku bi destê qeyûman şaredariyan vediguherînin saziyên ku gel nikaribin bikevin, zilam lê serweriyê dikin û cihê rant û xirakirinê û wiha hate gotin: “Hate xwestin hemû mekanîzmayên ku veguhestina bêpere dide jinan, pêşî li tundiya jinan digire û qadên jiyanê li jinan vedike bi rejîma qeyûmê ku polîtîkaya dewleta mêr e, bê tunekirin. Ji aborî heta çand, ji tendurîstî heta perwerdehiyê hemû destkeftiyên jinan ên di rêveberiyên xwecihî de asteng kirin. Qeyûm tayînî yekeyên ku di binesaziya şaredariyê de der barê polîtîkayên jinan de hatin avakirin jî kirin. Di hemû şaredariyên me de ku di 31’ê Adarê de hatin qezençkirin, pêkanîna ewil xebatên li ser polîtîkayên jinan bûn. Bi polîtîkayên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re yekitiyeke ku bi gel re xwe birêxistin dike hate afirandin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şaredariyên me yên ku di salên 2016 û 2019’an de hatin desteserkirin, îro jî rûbirûyê polîtîkayên talanê yên heman zîhniyetê man. Pratîka ev zîhniyeta ku di demeke nêzîk de li welêt qala aştî û çareseriyê kir, xwe vala derxist û zîhniyeta dewlet-mêr derxist holê.
Em ji bo dawîlêanîna van polîtîkayên bang li hemû saziyên jinan ên navneteweyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û her kesê dikin ku guh bidin dengê jinên Kurd û li qada navneteweyî piştevaniyê mezin bikin. Me duh li hemberî darbekaran serî netewand, em ê îro jî netewînin. Em ê di her şert û mercî de mafê xwe dîsa bi dest bixin. Jin wê bimînin, darbekar wê biçin.”