Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Nîjerê de civînek çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku armanca wan a ji hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ew e ku çekan bi PKK’ê bidin danîn û peyama “operasyon dê bidomin” da.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan tevî Serokkomarê Nîjerê Muhemed Yusuf civîneke çapemeniyê li dar xistin. Erdogan bersiv da pirsa hevdîtinên li Îmraliyê û diyar kir ku armanca wan ew e ku em çekan bi PKK’ê bidin danîn û ji welatê xwe derbixin.
Erdogan bal kişand ser operasyonên leşkerî û diyar kir ku dê berdewam bikin û got: “Armanca me ew e ku rêxistina terorê ya dabeşkar ji Tirkiyeyê derbikevin. Divê çekan deynin û biçin.”
Erdogan meha berfanbara 2012 gotibû ‘PKK’yiyên ku çekan deynin dikarin biçin welateke din”. Serokê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di bernameyek taybet a ku sersalê di Stêrk Tv de hate weşandin de bersiv da daxuyaniyên Erdogan û gotibû:
"Ez weke wî zimanê xwe xirab nakim, lê ez hemû gotinên wî li wî vedigerînim. Erdogan dibêje ku hûn ê bibin Tirk û mileteke tenê qebûl bikin, an na hûn bi ku de diçin herin. Ez jî dibêjin çi karê we li welatê me ye? Ev der Kurdistan e. Divê hûn ji welatê me derbikevin û biçin.”