Tiryakî: Walî û midûrê emniyetê weke nûnerên AKP’ê tevdigerin

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Ruştu Tiryakî diyar kir ku Midûrê Emniyetê Îdirê Erden Sakarya yê serdana xebatkarên bankamatîkê kirî, mîna rayedarê AKP’ê tevdigere.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî hewldanên provakatîf ên Midûrê Emniyeta Îdirê Erden Sakarya yên li pêşiya şaredariyê li navenda giştî daxuyanî da. Tîryakî, bal kişand ser midûrê emniyetê û wiha got: “Ne ku ji bo hişyariya belavkirinê diçe cem wan. Ne ji bo gotina bêhurmet a ‘paqij bikin’ ku pirî caran bi kar tînin diçe cem wan. Ji bo bombeyên gazê biavêje yan jî avê lê bireşîne naçe cem wan. Ji bo karkeran li erdê kaş bike naçe wir. Dîmeneke baş e. Lê midûrê emniyetê ji bo tiştekî din li wir e. Ji bo piştevaniyê bide wan kesan li wir e. Unîforma li xwe kiriye. Di dev de benîşt, weke ku li podyumê bimeşe diçe cem wan.”

Bi domdarî Tîryakî gotina midûrê emniyetê ya “Dê hêzên me yên emniyetê we ji her zextekî derve tê kirin biparêzin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ev gotinên Midûrê Emniyetê yê Îdirê Erden Sarikaya ne. Beriya niha jî waliyê bajar çûye wir. Jê re gotiye ‘Di doza we ya mafdar de hûn bi tenê nînin.’ Dê bibêjî qey ne waliyê bajarekî lê midûrê parastina AKP’iyan e. Em qebûl nakin ku walî û midûrê emniyetê li dijî muxalefetê weke nûnerên bajar ên AKP’ê tevbigerin. Em rêveberiya cemaweriyê ya ku cihêkariyê di nava civakê de çêdike qebûl nakin. Em ê polîtîkayên durûtiyê qebûl nekin.

Gelo dema şaredariyên partiya îktîdarê karker ji kar derxistin, walî ji bo piştevaniyê çûn serdanê? Ev yek mumkin nîne. Midûrê emniyetê dikare biçe serdanê? Naxêr. Lê dema şaredarî ya partiyên muxalefetê bin, walî û midûrên emniyetê pir bi rehetî diçin serdanê û dibêjin ‘di doza we de em li cem we ne.’ Qeyûmên AKP’ê, şaredariyên wê bi dehhezaran kes belasebeb ji kar derxistin. Gelo we dît ku waliyek an jî midûreke emniyetê yan jî rêveberekê cemaweriyê gotin ‘em li dijî neheqiyê li cem wan kesên ji kar hatine derxistin cih digirin’? Nexêr.

Ev yek nîşan dide bê ka alîgiriyeke çawa dikin. Dema walî û midûrên emniyetê bi vî awayî li cem îktîdarê cih girtin, wê demê yên weke Dogu Perînçek jî dê bi rehetî bibêjin ‘CHP ji sedî 90’î dengan jî bistîne nikare bibe îktîdar.’ Mesele ewqas girîng e.

HDP’ê di 31’ê adara 2019’an de Şaredariya Îdirê bi dest xist lê di 16’ê gulana 2020’an de qeyûm lê tayîn kirin. Em jî wê demê ji bo piştgiriyê çûn Îdirê. Hevşaredarên me hatibûn binçavkirin. Wê rojê walîtiya Îdirê û midûrê emniyetê edliye dorpêç kiribûn. Bi temamî girtibûn. Nehiştin em biçin hevşaredaran bibînin. Şaredarî dorpêç kirin û nehiştin kesek nêz bibe. Walî û midûrê emniyetê wê demê wiha tevdigeriyan. Qeyûm, weke karê ewil Midûrê Karên Fenê û yê muhasabeyê guherandin û li şûna wan peywirdarên ji saziyên din anîn. Li şûna peywirdarên nivîsgeha taybet du polîs tayîn kir.

Waliyê Îdirê yê niha li ser peywirê ye, piştî weke qeyûm hate tayînkirin demekî kin beriya hilbijartinê bêyî KPSS û di hizûra noterê de 200 kes girt kar. Qeyûm peywirdarên cemaweriyê ji peywirê dûrxist û kesên nêzî xwe bi cih kir. Weke berjewendiyeke siyasî bi sedan kes girt kar. Nedihiştin em nêzî şaredariyê bibin lê niha heman kes îro diçin piştgiriyê didin çalakiyê.  

Ev helwest tenê xizmetê ji cihêkariya civakî re dike. Em jî dixwazin walî û midûrên emniyetê rêzê ji bo karkerên li pey mafên xwe bigirin. Dema karker li dijî şaredariyên îktîdarê dikin hûn li erdê kaş dikin û derb dikin û dûr dixin lê dema li dijî şaredariyên muxalefetê be hûn piştgiriyê didin. Ev yek durûtî ye. Em ê vê qebûl nekin. Ev bûyer tevek nîşan didin ku li Tirkiyeyê tîpa D’yê ya demokrasiyê jî nema ye û dewlet veguheriye dewleta partiyê.

Dê têkoşîna me bidome. Em rêzê ji bo têkoşîna maf digirin lewma em ê bi tu awayî li dijî van karkeran gotineke neyînî nekin. Lê em ê li her derê vebêjin bê ka îktîdara siyasî çawa bi dehhezaran karker ji kar derxist û bi KHK’ên OHAL’ê re çawa bi dehhezaran karker ji kar avêt.”