Tirsa artêşa Elman a ji Efrînê
Artêşa Elman îdîa kir ku ew di hedefa komên çep ên Elman ên radîkal de ye ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar dikin. Servîsta Îstîxabarata Leşkerî (MAD) hişyariya 'hay ji xwe hebin' da yekîneyên artêşê.
Artêşa Elman îdîa kir ku ew di hedefa komên çep ên Elman ên radîkal de ye ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar dikin. Servîsta Îstîxabarata Leşkerî (MAD) hişyariya 'hay ji xwe hebin' da yekîneyên artêşê.
Hikumeta Elman a Federal, li pêşberî sûcên li herêmê û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye bêdeng ma. Efrîn bi tankên Leopard 2 ên ku Elmanyayê firot dewleta Tirk hate dagirkirin. Hikumeta Merkel herî dawî hefteyek piştî destpêkirina êrîşa li ser Efrînê, roja 27'ê Çileyê çek firotibû Tirkiyeyê.
Ev rewş weke desteka neyekser a Elmanyayê ya ji bo dagirkirina Efrînê hatibû şîrovekirin. Ji artêşa Elman jî hişyariyeke balkêş hat. Servîsta Îstîxbarat Leşkerî (MAD) îdîa kir ku ji ber Efrînê artêşa Elman jî bûye hedef û û hişyarî da yekîneyên artêşê.
Di hejmara nû ya kovara heftane Der Spiegelê de nivîsên ku MAD'ê ji artêşê re şandî weşand. Di nûçeyê de hate ragihandin ku MAD'ê ev hişyarî kiriye: "Ji ber Efrînê dibe ku li dijî artêşa Elman êrîşên nû werin kirin."
'BILA WESAYITÊN LEŞKERÎ TENÊ LI BIRYARGEHAN PARK BIKIN'
Îstîxbarata Leşkerî, ji ber tirsa êrîşê xwest ku wesayitên leşkerî yên artêşê ji bilî biryargehên leşkerî li cihekî din park nekin. Îstîxbaratê rgaihand ku wesayitên biçin servîsê jî divê li naverastê park nekin û li dijî madeyeke şewatê, nava motorê û lastîkên wan bên kontrolkirin.
13'ê Adarê li bajarê Soltau yê Eyaleta Saksonya Jêrîn, 2 qemyonên artêşa Elman hatibûn şewitandin. Komên çep ên radîkal piştî bûyerê daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê wesayit hatine şewitandin.
Komên çep ên radîkal gotin, "Amûra şer a Elman-Tirk li Efrînê li ser kar e" û dan xuyakirin ku beriya niha bi sedan wesayitên ji bo artêşa Elman dihatin bikaranîn ji artêşa Tirk re hatine dayin. Li dijî artêşa Elman, li gelek bajarên din li hemberî şûbeyên bankayên mezin ên sermaya Elman êrîş hatibûn kirin. Hatibû ragihandin ku ev banka desteka malî û kredî dane pîşesaziya çekan.
ARTÊŞA ELMAN DI SALÊN 90'Î DE JÎ DI HEDEFA ÇEPGIRAN DE BÛ
27'ê Cotmeha 1994'an, biryargeha leşkerî ya artêşa Elman a li Bad Freienwaldê hatibû şewitandin ku bi 50 kîlometreyan dûrî Berlînê bû. Xisareke mezin a madî li biryargehê rû da bû. Çend roj piştî bûyerê, rêxistina bi navê "Das K.O.M.I.T.E.E." çalakî li xwe girtibû. Rêxistina radîkal a bi meyla çep ku bi rêya vê çalakiyê cara yekemîn danê xwe da bihîstin, di belavoka xwe de wiha gotibû:
"Artêşa Elman bi her awayî destekê dide hêzên ewlekariya Tirk re ku li dijî gelê Kurd komkujiyan dike. Ji ber vê ykeê me artêşa Elman kir hedef. Artêşa Tirk çek û perwerdeya xwe ji artêşa Elman digire. Ji ber vê yekê artêşa Elman şirîkê hemû sûcên li dijî Kurdan e. Her wiha hikumeta Elman a Federal ku hevalbendê rejîma dewleta Tirk e, Kurdên ku xwe li welatê wan girtiye krîmînalîze dike. Piştgiriya bi tevgera azadiyê ya gelê Kurd wê yek ji armancên me be."