Tirkiyeyê red kiribû, lê Swîsreyê ispat kir: Fosfora spî hate bikaranîn

Laboratûvarên navenda wan Swîsreyî bi belgeyan piştrast kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fosfora spî ya qedexekirî bi kar aniye.

Nîqaşên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Însiyatîfa Parastina Rojava li hinek laboratuvarên Swîsreyê mijar lêkolîn kir. Di encamê de bi belgeyan eşkere bû ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriyê de çeka fosfor a spî ya qedexekirî bi kar aniye.

BI BELGEYAN ISPAT BÛ KU FOSFOR A SPÎ HATE BIKARANÎN

Laboratûvarên di vê mijarê de pispor nimûneyên ji şervanekî QSD'ê yê birîndar girtin lêkolîn kir û di encamê de raporek ji 4 rûpelan amade kir. Di encama lêkolînê de li ser armanca raporê wiha hate gotin: "Ji bo bê nirxandin ku hêzên çekdar ên Tirk di şerê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çeka kîmyewî (mînak, reaktîfên bi fosfor) bi kar aniye yan na, nimûneyên ji şervanekî birîndar ê li reaktîfên kîmyewî rast hat, ji aliyê fosforê ve hate lêkolîn."

Di dewama raporê de li ser encama lêkolînê hate gotin, "Di nimûneyê de ya lêkolîn li ser hate kirin, rêjeyeke bilind a fosforê hate tespîtkirin ku ji rêjeya fosforê ya normal a li mirovekî bêhtir e. Tevî rêjeya bilind a fosforê her wiha tîpê birîndariyê jî (şewata ji ber kîmyewî) nîşan dide ku fosfora spî hatiye bikaranîn."

DR. MANSOÛRAN: DELÎLÊN ME YÊN EM PÊ ÎQNA BIKIN HENE

Doktor Abbas Manosûran ê Swêdî ku bi eslê xwe Îranî ye û raya giştî wî ji nêz ve nas dike, ji ANF'ê re axivî. Doktor Mansoûran ku di dema êrişên dagirkeriyê de şervan û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîndar bûn tedawî dikir, anî ziman ku di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tİrk de fosfora spî û bombeyên ji madeyên kîmyewî hatin bikaranîn.

Doktor Mansoûran ragihand, ji ber çekên qedexekirî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bikaranîn gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan bi giranî birîndar bûn û got, "Me nimûneyên ji birîndaran wergirtî li labûratûvarên erkdar ên li Ewropayê dan lêkolîn. Rapora laboratûvara li Swîsreyê piştrast dike ku di navbera semptoman û bombeyên kîmyewî de korelasyon heye. Dewleta Tirk vê rewşê çiqasî red bike jî êdî belgeyên me hene ku em dikarin pê civaka navneteweyî îqna bikin."

RAPOR RADESTÎ OPCW Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HATE KIRIN

Dr. Mansoûran diyar kir ku raporên laboratûvarê yên li ser bikaranîna fosfora spî ya qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve û rapora Însiyatîfa Parastina Rojava ya ji lêkolînên li herêmê radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî kirine.

'KIRYAR DIVÊ BÊN DARIZANDIN'

Dr. Mansoûran destnîşan kir ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi taybetî li Serêkaniyê û Girê Spî bi kar aniye û got, divê civaka navneteweyî li pêşberî vê bêdeng nemîne. Dr. Mansoûran bi bîr xist ku bi karanîna fosfora spî û bombeyên ji madeyên kîmyewî li dijî sivîlan binpêkirina hiqûq û qanûnên navneteweyî ye û got, "Di serî de Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî divê saziyên pêwendîdar tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Divê kiryar li dadgehên navneteweyî bên darizandin."