Tirkiye wê agahiyên malî ji Îlonê û pê ve bide Elmanyayê

Kovara heftanê "Euro am Sonntag" ragihand ku peymana pevguhertina agahiyan bi rengekî otomatîk a navbera Elmanya û Tirkiyeyê wê ji 30'ê Îlonê û pê ve bikeve meriyetê.

Peymana Transfera Agahiyan a Otomatîk (AIA) ji bo pêşîgirtina li qeçaxçitiya bacê û paqijkirina pereyê reş di sala 2017'an de di navbera welatên OECD de hatibû îmzekirin.

Tirkiye di mijara 2017'an de bûbû aliyekî peymanê ku agahiyên li ser hesabê bankayê yên kesan bide welatên mohra xwe danîne binê peymanê.

Di çarçoveya peymanê de diviyabû destûr ji dewletên Ewropayê re bihate dayin ku hesabê koçberên Tirkiyeyî yên li Tirkiyeyê lêkolîn bike. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ji tirsa ku ev yek wê bibe sedem ku dengê hilbijêran ên li derveyî welat kêm bibe, heta niha peyman nexistibû meriyetê.

Li gorî kovarê, ev rewş wê ji 30'ê Îlonê û pê ve biguhere. Piştî ku rejîma Enqereyê pejirand, daîreyê bacê yên li Elmanyayê wê Tirkiyeyê tevlî sîstema xwe ya danûstandina agahiyan a otomatîk bike.

Piştî ku sîstem çalak bû, daîreya bacê ya li Elmanyayê wê karibe li hesabên bankayê yên welatiyên Tirk û Elman ên li Tirkiyeyê bipirse.

Di mijara mal û milkên malî û fînansî de Tirkiye ji bo Tirkiyeyiyên li Elmanyayê veguherîbû qadeke razemeniyê. Mînak; kesên ku bê kar bûn û alîkariya civakî werdigirtin, bêyî ku agahiyê bidin dewleta Elman li Tirkiyeyê dikarîbûn bibin xwedî mal û milk, bazirganî bikira û hatiya ji Tirkiyeyê jî ji daîreya bacê ya Elman re ranedigandin.

Pisporên ji kovarê re axivîn diya rkirin ku mal û milkên kesên li Elmanyayê ne yên li Tirkiyeyê, hesabên wan ên bankayê û razemeniyên wan ên bazirganiyê wê êdî ne veşartî bin.