Tirkiye ma di lêgerîna têkiliyên di gel Esad deye?
Tirkiye ma di lêgerîna têkiliyên di gel Esad deye?
Tirkiye ma di lêgerîna têkiliyên di gel Esad deye?
Piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu a Tahranê şûnde rayedarên Îranê li serhev ji bo navbeyînkariya Tirkiyê û Sûriyê daxuyaniyan didin. Ev daxuyaniyane pirsa Enqere di nava lêgerîna têkiyên li gel Şamê de ye? tîne aqlê mirov.
Sefîrê bilindê Îranê yê Enqereyê Riza Bigdelî di daxuyaniya ku girêdayî Sûriyê de dayî de diyar kiribû ku Tahran amadeye di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ji bo hevpeyman destpê bikin, navber kariyê bike.
Bigdelî ku konferansa Cenevre-2 a ku di meha hezîranê de were çêkirin ji bo pêşî girtina rewşa Sûriyê weke ya Efxanîstanê lê were weke firsetekî dîrokî nirxand. Riza Bigdelî diyar kir ku di berdewama şert û mercên heyî de wê Tirkiye “xûsarekî mezin bibîne” û diyar kir ku Tahran amadeye ji bo hevpeyman di navbera Tirkiyê û Sûriyê de destpê bike navberkariyê bike.
Daxuyaniyek ji Alîkarê Wezîrê Karê derve yê Îranê Huseyin Amir Abdollahian hat. Abdollahian di daxuyaniya ku kirî de diyar kiribû ku îran ‘ amadeye ji bo têkiliyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de sererast bibin navberkariyê bike’.
Abdollahian di bin serokatiya Serokwezîr Vail Nader El Halki ku duh destpê kir de di dema serdana heyeta Sûriyê de daxuyaniya ku kirî diyar kiribû ku ‘ji bo çareserkirina pirsgirêkên li vî welatî wê hevdîtinên cidî pêk werin.’
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu vê hefteyê serdana Tahranê kiribû. Di dema serdana Davutoglu de diyar kiribû ku herdu welat di navde Sûriye jî heyî di mijarên herêmî yên navbera Enqerê û Tahranê de koordinasyona siyasî wê careke din were avakirin.