Tirkiye ji bo tûrîstan cihekî talûke ye!

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke, "Desthilatdariya AKP'ê Tirkiye kiriye dîktatoriyeke faşîst" û ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bang kir.

Siyasetmedar, hunermend, sportvan û parêzvanên mafên mirovan ên Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê dijîn, li ser boykotkirina mal û tûrîzma Tirk ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn.

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê Tirkiye kiriye dîktatoriyeke faşîst û diyar kir ku boykotkirina tûrîzma Tirk wê ji bo pêşîgirtin û tengavkirina rejîma Erdogan gaveke girîng be.

Jelpke pirsa "Li welatekî ku veguheriye êşkencexaneyê, gelo mirov çawa dikare bêhnê vede û betlaneya xwe lê derbas bike?" kir û got, "Her Euroyekî ji Tirkiyeyê re diçe rejîmê qewîn dike û dibe alîkariyek ji bo şerê li dijî gelê Kurd."

TIRKIYE CIHEKÎ TALÛKE YE

Parlamentera Partiya Çep Corneila Moehring jî got, "Tenê ji ber dîroka me jî ez boykotan rast nabînim. Boykot ji siyasiyan bêhtir zerarê dide gel. Lê belê ez baş fêhm dikim bê mirov çima naxwazin biçin welatekî ku girtiyên siyasî lê hene û cezayê îdamê ji nû ve dixin rojevê. Ez her wiha Tirkiyeyê weke cihekî xetere ji bo Elmanên bi eslê xwe Kurd û Tirk in, dibînim." Moehring got, "Ez bi xwe ti carî neçûm Tirkiyeyê û plan nakim biçim wê derê. Eger biçim jî tenê ji bo çavdêriya hilbijartinê dibe biçim."

PEREYÊ WÊ LI DIJÎ ZAROKÊN KURD DIBE FÎŞEK

Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansû Ozdemîr işaret bi polîtîkayên şer ên rejîma Erdogan kir û got, "Ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên şer, divê aboriya Tirkiyeyê bê qelskirin." Ozdemîr diyar kir ku rêya herî bi bandor a vê yekê jî boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan e.

Ozdemîr da xuyakirin ku divê ji raya giştî re baş bê vegotin bê pereyê ji tûrîzm û malên Tirk re ber bi ku ve diçe û got, "Pereyê ku diçe tûrîzma Tirk li dijî zarokên Kurd dibin fîşek."

BETLANEYA XWE LI TIRKIYEYÊ DERBAS NEKIN

Nûnera Partiya Çep a Bielefeldê Babara Schmidt jî li ser boykotkirina tûrîzma Tirk got, "Ya rast ez gelekî hez ji ger û geşta li welatên din dikim. Lê belê heta niha qet nefikirîm ku biçim Tirkiyeyê ji bo bêhnvedanê. Ez çûm herêma Kurdistanê ya li Tirkiyeyê. Min li wir dît bê zexteke çawa li mirovan tê kirin. Di rewşeke wiha de nafikirim ku biçim peravên Tirkiyeyê û betlaneya xwe li wir derbas bikim. Na ji vê yekê re. Ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê."

ÇÛYIN HEYE, LÊ DIBE KU VEGER NEBE

Siyasetmedarê ji partiya Keskan Klaus Rees bi bîr xist ku beriya niha ew gelek caran çû Tirkiyeyê, lê belê Tirkiye ji bo wî û malbata wî ne cihekî ku bêhn lê bê vedan. Rees destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên Erdogan sekneke wî ya siyasî heye û got, "Ya rast ez ditirsim ku dema bi malbata xwe re biçim Tirkiyeyê, dibe ku em nikaribin vegerin."

NE WELATEKÎ GER Û GEŞTÊ YE, WELATEKÎ ŞER E

Parêzvanê mafên mirovan Ralf Daski jî anî ziman ku ew heta niha ji bo betlaneyê neçûye Tirkiyeyê û got, "Min Tirkiye timî weke welatekî şer dîtiye. Welatekî ku bombe lê diteqe, welatekî gladio, olperest û faşîst lê bombeyan diteqînin. Ji ber vê yekê qet nafikirim ku ji bo ger û geştê biçim Tirkiyeyê." Daski ji kesên ku plan dikin biçin Tirkiyeyê jî pêşniyar kir ku neçin.

ELEWÎ DESTEKÊ DIDIN BOYKOTÊ

Bi navê Dergaha Elewiyan a Bielefedê Huseyîn Yildiz jî anî ziman ku bi navê civaka Elewî ew destekê didin boykotê û diyar kir, dewleta Tirk çavkaniyên siyasî û aborî yê gelan bi kar tîne û li djiî Kurdan şer dike. Yildiz got, "Ji bo derfetên aborî û siyasî ji faşîzma AKP-MHP'ê re neyên pêşkêşkirin, divê her kes boykotkirina aborî û tûrîzma Tirk ji xwe re weke wezîfeyekê bibînin."

BOYKOT BEŞEK JI XWEPARASTINÊ YE

Hevserokê Meclîsa Gel a Stuttgartê û hunermend Garîp Nûrhak jî diyar kir ku weke Kurdistaniyeke Elewî ew destekê dide biryara boykotê û got, "Yên ku duh gelê mezlûm ê Ermenî qir kirin, îro jî dixwazin heman tiştî li Kurdan bikin. Sibe wê heman talûke bê serê Elewiyan. Li cihê ku zilm heye, xweparastin rewa ye û mafekî însanî ye. Biryara boykotê jî beşek ji xweparastinê ye."