Tirkiye: Ji bo seyahetê neçin Lubnanê

Tirkiye: Ji bo seyahetê neçin Lubnanê

Piştî ku li Lubnanê du pîlotên Tirk hatin revandin, Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê hemwelatiyên Tirkiyeyên li Lubnan û ên dê biçin seyahetê li Lubnanê hişyar kirin.

Piştî du pîlotên Rêyên Hewayî ên Tirk (THY) hatin revandin, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê welatiyên ku dê li Lubnanê seyahetê bikin hişyar kir. Wezaretê ji hikumeta Lubnanê xwest ku “Ji bo ewlekariya hemwelatiyên Tirk hemû tedbîran bigire” û got: “Eger di rewşa niha de hincetekî jiyanî tunebe pêwîste ji bo seyahetê neçe Lubnanê.”

Têkildarî mijarê daxuyaniyek jî Serok Komarê Tirk Ebdullah Gul da. Gul got: “Derbarê mijarê de têkilî hatin çêkirin. Wezareta Derve ya me têkildarî mijarê bi kesên eleqeder re axivî. Ez jî dê bi Serok Komar re biaxivim. Hinek texmînên me hene. Ez hêvî dikim ku, demek kurt de em dê wan bisaxî rizgar bikin.”

Piştî revandina pîlotan daxuyaniya ku di malpera înternetê ya Wezareta Karê Derve de hatî aşkera kirin, hatibû gotin ku, “Ji yekîneyên balefirên Stenbol-Beyrûtê difirînin Pîlot Mûrat Akpinar û Alîkarê wî Pîlot Mûrat Agca îro sibehê (9’ê Tebaxê) dema ku ji Balefirgeha Beyrûtê diçin otelê, di rê de ji aliyê kesên çekdar ve hatine revandin.”