Rejîma AKPê meha mijdarê 1.000 kes binçav kir. Ji vana ji 230ê zêdetir zarok in û derdora 300ê wan jî xwendekar in. Serokê ÎHDya Amedê Racî Bîlîcî got; “Ev hawira Tirkiyeyê tam împeratorek a tirsê ye. Hewl tê dayin ku tevahiya civakê krîmînalîze bikin û dixwazin tirsên nû biafirînin.”
Bi taybet ji sala 2009 ve, piştî serkeftina Kurdan a di hilbijartinê de rejîma AKPê li hemberî Kurdan û muxalîfên piştgiriyê didin gelê Kurd dest bi nêçîra girtinê kirin. Biçavkirin û girtinên bi hincetên siyasî rekora cîhanê şkandin. Di dîroka Komara Tirk cara yekemîn ewqas binçavkirin û girtinên bi komî pêk hatin.
ZEXTÊN JI BO BÊDENGKIRINÊ
Serokê ÎHDya Amedê Racî Bîlîcî ji ANFê re axivî û diyar kir ku serî li rêbazên zextên rejîman ên li hemberî muxalîfan dide û bi vê yekê dixwaze beşek mezin li hemberî vê yekê bê deng bikin. Bîlîcî got: “Ji bo vê yekê rêbaza sereke binçavkirin û girtinê ne. Gava em li demê borî dinêrin, rêbaza di dema derbeya 12ê Îlonê de hate bikaranîn, ev bû. Di vê demê de bi sedhezaran kes hatin binçavkirin, bi dehhezaran hatin girtin û li rastî îşkenceyan hatin. Piştî wê, rêbazeke wiha di salên 1990’an de pêk hat. Her çendî girtin weke tedbîrekê were zanîn jî, lê li Tirkiyeyê ev yek weke cezakirinê tê pêkanîn.”
DI MEHEKÊ DE 1039 BINÇAVÎ
Li gorî bîlançoyên binçavkirinê yên ku ji ANFê hatine berhevkirin tenê di meha mijdarê de herî kêm 1039 kes hatin binçavkirin. Hema bêje di hema mijdarê de roja ku binçavkirin pêk nehatin tune bû. Di serî de li Denizliyê, 2yê mijdarê piraniya wan xwendekar 142 kes hatin binçavkirin. Roja 14ê mijdarê jî li 12 bajaran herî kêm 104 kes hatin binçavkirin. Dîsa 4ê mijdarê li çar bajaran 74 kes, 26ê mijdarê jî li şeş bajaran 61 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li gorî rapora salane ya ÎHDê sala 2011 zêdetirê 12.600 kez ji ber hincetên siyasî hatin binçavkirin. Ev hejmar di sala 2010 de 7.100, di sala 2009 de 7.718 bû. Rejîma AKPê tenê ji destpêka sala 2009 û heta 2011ê 27 hezar û 503 kes binçav kir, ji vana 6.444 kes hatin girtin.
JI BO ZAROKAN CEZAYÊN GIRAN
Di meha mijdarê de 232 zarok hatin binçavkirin. Ji serê sala 2012 ve hejmara zarokên hatin binçavkirin gihişt 426an. Roja 27ê mijdarê dadgehek Tirk a li Mêrsînê 50 sal cezayê girtîgheê li 3 zarokên Kurd birî. Zarokên Kurd her tim li rastî zextên dadgehan tên.
Hedefa rejîma AKP’ê ya din a di meha mijdarê de xwendekar bûn. Li gorî hesabên ANF’ê di mehekê de herî kêm 263 xwendekarên zanîngehê û 40 xwendekarên dibistana amadeyî hatine binçavkirin.
Racî Bîlîcî da zanîn ku ev yek bi awayekî aşkera xuyaye ku di dema AKP’ê de girtin weke rêbazeke ‘cezakirinê’ ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî di bin navê KCK’ê de di sala 2009’an de operasyonên siyasî hatin destpêkirin û di vava civakê de bi giştî terorîzmê dimeşîne û hewl dde encamê bigire. Di tu pêvajoyê de evqas girtin û binçavkirin pêk nehatibûn. Di vê pêvajoya 3 sal û nîv de nêzî 8 hezar kes hatin binçavkirin û girtin.
Operasyonên KCK’ê di meha nîsana 2009’an de yanî bi gotineke din ku partiya legal a Kurd serkeftineke mezin di hilbijartinê de bi dest xist, çend hefte şûnde ev operasyon hatin destpêkirin. Bi qanûnên dij-terorê re di bin navê KCK’ê de operasyon hatin meşandin û hemû kesên ku ji bo mafên kurdan têkoşiyan hedef hatin girtin. Hema hema her hefte polîs bi awayekî keyfî, delîlên ne şênber û derew hemû bi hezaran kes wekî ku endamê KCK’ê ne binçavkirin, girtin.
RAMAN ÊDÎ BÛ XETEREYA SÛC
Bîlîcî destnîşan kir ku divê mirov di aliyê fikr û ramanê de jî li vê bûyerê binêrin û got: “Ji ber gelek kesên îro hatine girtin sûcê wan yên herî mezin fikr û ramana wan e. Ji ber ku muxalefetê pergalê kirine. Ji Fikr,raman, îfadekirin, îllegalkirinê cureya sûc derket.”
SERDEMA NAZIYAN TÎNE HIŞÊ MIROVAN
Bîlîcî wiha pê de çû: “Bûyerên îro diqewimin pêkanînên darbeya 12’ê îlonê didomîne. Lê tenê mirov dikarin bi hev ve girêbidin, ji ber ku di salên 90’an de pêkanînên wisa pêk nehatibû. Ev pêkanîn rejîmên totalîter nikarin cesaret bikin. Em rastî şibandinên rejîma Baas ya paşverû tên. Her wiha carna Naziya Almanyayê tîne hişê mirovan. Ji ber ku êdî gelek girtîgehan bûne wekê kampên berhevkirinê.”
HAWIRA KU DIAFIRÎNIN ÎMPARATORIYA TIRSÊ YE
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn di meha mijdarê de bersivê dide pirsnameya parlamenterên BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu û wiha dibêje: “Hikûmeta AKP’ê heta sala 2016’an dixwaze ku kapasiteya girtîgehan bigihêje 203 hezar û 223 kesî.” Ev jî tê vê wateyê ku dê din ava 5 salan de 80 hezar kesên din jî bên girtin. Ger proje pêk were dê Tirkiye biguhere girtîgeha herî mezin.
Bîlîcî der barê vê de jî diyar kir ku êrîşa li dijî kurdan û muxalîfan nayê qebûlkirin û wiha got: “Ev nêzîkatî û pêkanîn di aliyê mafê mirovan de nayên qebûlkirin. Ji ber ku mafê herî esas yê mirovan azadî ye. Lê li vî welatî bi hezaran salene mirov ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Ev welat wisa nayê bi rêvebirin. Hawira ku tê afirandin împaratoriya tirsê ye.”