Tirkiye dixwaze li Bakurê Sûriyeyê çi bike?
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir, Tirkiye dixwaze pêşî li rizgarkirina Reqayê bigire û hewl dide li herêma Şehbayê mayinde bibe.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir, Tirkiye dixwaze pêşî li rizgarkirina Reqayê bigire û hewl dide li herêma Şehbayê mayinde bibe.
Îlham Ehmed, planên dewleta Tirk ên li Şehba, Minbic û Reqayê şîrozve kir û got, hêzên navneteweyî li pêşberî planên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bêdeng mane.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, bi sernavê "Li Şehbayê çi diqewime" ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re gotarek nivîsand û planên Tirkiyeyê nirxand.
Gotara Ehmed wiha ye:
"Di demekê de ku pêngava rizgarkirina Reqayê bi rengekî serketî dewam dike û bajar kolan bi kolan ji çeteyan tê paqijkirin, li herêma Şehbayê hewl tê dayin li dijî Ereb û Kurdan projeya xalîkirina etnîkî bi cih were anîn. Li ser Bab û Cerablûsê, di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de bazareke kûr hate kirin. Di encamê de DAIŞ'ê xwe ji van cihan vekişand û radestî Tirkiye û komên wê kir. Ji wê rojê û vir ve qirkirina çandî û etnîkî ya li ser gelên li vê herêmê, bi rengekî rêk û pêk dewam dike. Heman polîtîkayên dagirkeriyê, ku Tirkiyeyê ji bo Skenderûnê meşandibû, niha li hemberî Şehbayê dimeşîne. Li dibistanên li van deran perwerdeya bi Tirkî tê dayin û dîroka Tirkan hînî zarokan dikin. Kesên ku weke hêza polîsan hatine bicihkirin, bi dirûşmên dilsoziya bi Erdogan re tên perwerdekirin. Gelê herêmê ji cih û warên xwe tê derxistin, Tirkmenên ji derve tên anîn li vê derê tên bicihkirin û her roj komkujiyên nû tên kirin. Çeteyên Sûnî yên li herêmên din ên Sûriyeyê asê mane, li vê derê bi cih dikin. Ev hemû, projeya guhertina demografiya herêmê radixin pêş çavan.
Ji ber ku hêzên li Sûriyeyê bala xwe li ser projeyên xwe ne, kes van pirsan napirse, 'Eger ev herêm rizgarkirî ne, çima ewqasî komkujî tên kirin?', 'Çima mirov bi rengekî komî koç dikin?' Li holê rewşeke trajîk heye. Ji bo Tirkiye li pêşberî bûyerên li herêmê bêdeng bimîne, ev kiryarên wê yên li Şehbayê ji nedîtî ve tên. Lê belê Tirkiye wê çiqasî bêdeng bimîne? Ji bo xwe bigihîne Reqayê, xwe weke dijminê herî mezin ê Îranê û projeya wê ya Şîa pêşkêş dike. Kurdan jî sûcdar dike ku xizmetê ji projeya Şîa ya Îranê re dikin.
Ji aliyekî ve dibêje dagirkeriya Babê ji bo pêşîgirtina li korîdora Kurdan hatiye kirin û bi vî awayî pêşkêşî Îranê û rejîmê dike. Li aliyê din jî dibêje, ev yek ji bo pêşîgirtina li projeya Şîa hatiye kirin û pêşkêşî hin hêzên herêmî û navneteweyî dike. Bi vî rengî hewl dide her kesî razî bike û li herêmê mayinde bibe.
Komên li Şehbayê ne, yekser bi îstîxbarta Tirk MÎT'ê ve girêdayî ne. Li gorî plana dagirkeriyê ya Tirk tevdigerin. Ji bo Tirkkirina van herêman, firsenda bi destê wan ve ketine bi kar tînin û hewl didin heman zextê li ser Minbicê jî bikin. Hewl didin bi dijwarbûna êrîşan re pêşî li pêngava rizgarkirina Reqayê bigirin. Ji xwe rizgarkirina Reqayê wê hem bibe destketiyeke mezin ji bo gelên Sûriyeyê, hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê bibe îspat û garantiya qedandina terorîzmê. Ev rastî, hêzên ku ji DAIŞ'ê sûdê werdigirin û naxwazin biqede, gelekî aciz dike.
Êrîşên dewleta Tirk û polîtîkayên wê yên li Bab, Cerablûs û Ezazê, encama vê tirsê ye. Dewleta Tirk ku sedema bingehîn a bê aramiya li herêmê ye, di heman demê de herêmê ji bo pêşîgirtina li têkoşîna demokratîkbûna Sûriyeyê bi kar tîne.
Li hemberî polîtîkayê dewleta Tirk ên li van deveran, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî bêdeng in. Tirkiye û komên wê, ji vê bêdengiyê hêzê digirin. Ji ber ku rêxistinên mafên mirovan danakevin qadê û rewşê bi raya giştî re parve nakin, dewleta Tirk vê yekê ji xwe re weke firsendekê dibîne û timî bi îdîaya 'Li Rojava paqijiya etnîkî heye' raporan ji xwe re li hev tîne. Bi vî rengî hewl dide paqijiya etnîkî ku bi xwe dike, veşêre, binixumîne.
Pêwîste saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bên herêmê û lêkolînan bikin. Lazim e eşkere bikin ku kî paqijiya etnîkî dike. Ev yek di heman demê de berpirsyariyeke exlaqî ya saziyên mafên mirovan e. Bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Şehbayê di heman demê de hevkariya van komkujiyan û şirîkatiya paqijiya etnîkî ye.
Neteweyên Yekbûyî heta niha di ser rejîma Baasê re alîkariya însanî ji bo penaberan şand. Saziyên navneteweyî jî di ser komên mûxalefetê re şand. Ji bo mirovên li derveyî van her du aliyan e, alîkarî nehat şandin. Ev yek bû nêzîkatiya bingehîn a dewletan û saziyên alîkariyê yên navneteweyî. Ji bûyerên li herêmê diqewimin dûr in û agahiya wan jê nînin. Êdî dem hatiye ku pêşî li polîtîkayên sextekarî û durû yên xwe dispêrin tinebûna gel û çandan, bê girtin. Rabûna li ber paqijiya etnîkî ya li Şehbayê divê gava destpêkê ya vê be."