‘Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rewşeke xerab de ye’

‘Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rewşeke xerab de ye’

Serokê Federayona Rojnamegerên Navnetewî  Jîm Boumelha ku di Kongreya Azadiya Rojnamegeran de axivî, diyar kir ku Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de welatê herî xerab yê Cîhanê ye. Boumelha da zanîn ku li welat beyî ku delîl hebin bi teoriyên komployê bi sûcdariya terorê rojnameger tên girtin û got di protestoyên parqa Gezî de rojnamegerên rastî şîdetê hatin, şîdeta li ser wan hat veşartin. Boumelha got ew ligel berxwedana Tirkiyeyê ne.

Kongreya Azadiya Rojnamegeran bi axaftina kedkarên çapemeniya biyanî û Tirkiyeyê didome. Rojnamegerên girtî, polîtîkayên sansurê yên li ser çapemeniyê û êrîşê polîsan di kongreyê de hatin nîqaşkirin. Her wiha  ji hemû cîhanê rojnameger peyamên piştevaniyê didin.

Cigirê serokê PEN a Navnetewî Eugene Schoulgîn, navê rojnamegerên girtî yek bi yek vegot û wiha got: “Hemû kesî têkoşîna li hemberî otosansurê nîşanê me da. Hemû rojnamegerên tirkiyeyê divê bi van navan serbilind bin.

Schoulgîn got rojnameyeke Norveçê ji ber ku binpêkirina mafan a tirkiyeyê û zextên polîsan nivisiye niha li ber girtiniye û wiha got: “Kesên tevli berxwedana Parqa Gezî dibin Tirkiyeyê temsîl dikin. Ez bawerim ku ev kes pêşeroja Tirkiyeyê diyar dikin.

 Piştî axaftina Schoulgîn peyama Yekitiya Konseyên Çapemeniya Cîhanê hatin xwendin. Di peyamê de  hat diyar kirin ku divê lihemberî hemû zext û êrîşên  li hemberî çapemeniyê tên meşandin têkoşîn bê dayîn û got: “Hemû cîhanê berxwedana Parqa Gezî bi awayekî sansurkirî temaşe kir.  Yekitiya me bangeke  ji bo hikûmeta Tirkiyeyê ku divê di standartên mafê mirovan de tevbigerin de ye.

Nûnera Kibris Basin-Senê Benan Dagtaş jî got rojnamegerên Kibrisê li diji zextên li Tirkiyeyê li hemberî rojnamegeran pêk tên di nava piştevaniyê de ne.

Serokê Federasyona Rojnamegerên Navnetewî Jîm Boumelha axivî û got Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de welatê herî xerab yê cîhanê ye û got: “Beyî delîl, bi teoriyên komployê û sûcdariya terorê rojnameger tên girtin. Şîdeta  polîsan li ser rojnameger û gel a di berxwedana parqa gezî de tê veşartin. Em wek rojnamegerên cîhanê ligel berxwedana Tirkiyeyê ne.”