Tirkiye di gendeliyê de di rêza 54’an de ye

Tirkiye di gendeliyê de di rêza 54’an de ye

Rêxistina Zelalî ya Navnetewî rapora 2012 ya gendeliyê aşkera kir. Tirkiye di nava 176 welatan de 2 qedemeyan bilindbû û giha rêza 54’an.

Rêxistina Zelalî ya Navnetewî “Transparencey Înternational” rapora salane ya gendeliyê aşkera kir. Di rapora 2012 ya gendeliyê 176 welat hatin niraxandin.

Li gorî vê di sala 2012’an de welatên ku herî kêm gendelî lê hate dîtin Danîmarka, Fînlandiya û Zelanda Nû derketin. Her sê welat li ser nirxandina 100 puana 90 puan standin û yekemîntî parvekirin. Welatên Awûstralya, Kanada, Swêd û Hollanda jî di nava 10 welatên destpêkê de cihê xwe girtin, Almanya bi 79 puana rêza 13, Japonya 17, DYA jî di rêza 19’an de cihê xwe girt.

Tirkiye jî 2 qedemeyan bilind bû, piştî welatên Macarîstan, Lîtuanya û Ruanda yê bi 49 puana di rêza 54’mîn de cihê xwe girt.

Di sektorên cemawerî de welatê ku herî zêde lê gendelî heyî di serî de Somalî, Efxanîstan û Koreya Bakûr tên dîtin. Her wê welat bi 8 puana di rêza dawî ya lîsteyê parvekirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku, di îndeksa sala 2012’an de jî gendelî pirsgirêkek mezine ku mirovahiyê tehdît dike û wiha ragihand: “Gendelî jiyan û civakan tune dike, îstîkrara welat û saziyan tehdît dike. Hêrsa popular ya îstîkrara civakê xirab dike tetîk dike û şerên dijwar gur dike.”

Li gorî vê Serokê Rêxistina Zelalî ya Navnetewî Huguette Labelle bang li hemû hikumetan kir ku li dijî gendeliyê tekoşînê bikin. Her wiha Labelle da diyarkirin ku, weke di raporê de jî aşkera dibe, civak bedelên giran yên gendeliyê didin.