Tirkiye bi lêgerîna petrolê pêvajoya aştiyê dibihurîne!
Tirkiye bi lêgerîna petrolê pêvajoya aştiyê dibihurîne!
Tirkiye bi lêgerîna petrolê pêvajoya aştiyê dibihurîne!
Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê lêgerînên xwe yên petrolê zêde kir. Çavdêr di wê baweriyê de ne ku bi pêvajoya çareseriya demokratîk a di 21'ê Adarê de destpê kir re, ev lêgerîn û tevger zêde bûye.
Serokê Komeleya Jeologên Petrolê ya Tirkiyê Îsmaîl Bahtiyar, tevgera lêgerîna petrolê ya li Bakurê Kurdistanê piştrast kir û ragihand ku lêkolîn dewam dikin.
Kargeheke taybet a li Tirkiyê di dawiya meha Îlonê de diyar kir ku li bîreke petrolê ya li herêma Kurdan, xebatên lêgerînê destpê kirine. Dûre kargeheke din a taybet destûrnameya lêgerîna petrolê stend û ragihand ku wan jî dest bi xebatê kirin. Bahtiyar diyar kir ku bi "arambûna" herêmê re, bala kargehên biyanî çûye ser herêmê.
Li gorî saziya çapemeniyê ya pirzimanî ya Elman Deûtsche Welle (DW) ku der barê mijarê de dosyayek amade kir, rezervên li Bakurê Kurdistanê mijareke ku ji mêj ve tê nîqaşkirin e. Tê destnîşan ku bi rewşa dawî re ev mijar ji nû ve ketiye rojevê û li gel aliyê wê yê aborî, sedemên siyasî yên vê tevgerê hene.
Îsmaîl Bahtiyar li ser mijarê peyivî û diyar kir ku pevçûnên li Sûriyê û pêknehatina aramiya li Iraqê, bal zîvirandiye ser Tirkiyê. Bi vê yekê ve girêdayî, atmosfera çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê derketiye holê, bûye bingehek ji vê tevgerê re.
Serokê Desteya Rêveber a Kargeheke Taybet a xwedî destûrnameya lêgerîna petrolê li ser xeta Şirnex-Midyad-Nisêbînê Şehmûs Arslan diyar kir ku li herêmê li gorî teknolojiyên nû datayên nû hatine avakirin. Arslan diyar dike ku li hin nuqteyên beriya niha hatin vekirin lê ji ber kêmasiya teknolojiyê hatin girtin, ew rastî hin nîşaneyan hatine.
Hîndekarê Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîk a Stenbolê Prof. Dr. Orhan Kûral jî îdîa dike ku li vê herêmê rezerveke watedar nîne. Kûral ragihand ku ev yek bi salane tê nîqaşkirin û got, "Dibêjin; li cîranê wê hene, çima li Tirkiyê nîne. Eger li vê were temaşekirin, hingî çima li gelek cîranên Îsraîlê petrol hene, lê li Îsraîlê nîne."