Tirkiyê bi 781 milyon dolarî çek firotiye derve

Tirkiyê bi 781 milyon dolarî çek firotiye derve

Serokê Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Firoşkarên Derve (Îxraç) ya Pişeyê Hewayî û Parastinê (SSI) Latîf Aral Aliş da xuyakirin ku kargehên çekan ên Tirk di 7 mehên destpêkê yên sala 2013'an de bi 781 milyon dolarî çek firotine derveyî welat.

Alîş ragihand ku heta dawiya salê ew dixwazin bi 1.5 milyar dolarî çekan bifiroşin û got, "îxracata me ya sala 2008'an 600 milyon dolar bû û di sala 2012'an de gihaşt 1.26 milyar dolarî. Em yek ji sê parên cîroya sektora xwe, îxraç dikin."

Alîş diyar kir ku lêçûnên Ar-Ge yê li pişeya parastina Tirkiyê gihaştiye 772 milyon dolarî û ew li bendê ne ku ev lêçûn zêdetir bibin.

Alîş anî ziman ku hedefa stratejîk a sektorê disala 2016'an de hilberîna ji 4 milyar dolarî û îxraça ji 2 milyar dolarî ye.