Tirk ji Bexdayê destvala vegeriyan
Ji hevdîtina rayedarên Iraq û Tirkiyê tiştek derneket. Hikûmeta Tirk tişta ku hêvî dikir nedît û Iraqê jî got: ‘’Ji serweriya me re rêzdar bin, ji Başîkayê leşkerên xwe bikişînin’’
Ji hevdîtina rayedarên Iraq û Tirkiyê tiştek derneket. Hikûmeta Tirk tişta ku hêvî dikir nedît û Iraqê jî got: ‘’Ji serweriya me re rêzdar bin, ji Başîkayê leşkerên xwe bikişînin’’
Ji hevdîtina rayedarên Iraqî û Tirkan ya li Bexdayê li ser Başîka û Mûsilê ti encam derneket. Berdevkê Karê Derve yê Iraqê Ahmed Cemal got, hevdîtina bi şandeya Tirk re ya têkildarî baregeha leşkerî ya Tirk a li Başîka û operasyona Mûsilê ti lihevkirin çênebûye. Cemal wiha anî ziman: ‘’Fikrên ku şandeya Tirk pêşniyaz kirin ne li gorî daxwaz û hêviya hikûmeta Iraqê bûn. Komara Tirk divê ji serweriya Iraqê re rêzdar be û ji baregeha Başîkayê leşkerên xwe bikişîne.’’
Cemal diyar kir ew di operasyona Mûsilê de ji xwe bawer in û wiha got: ‘’Em dikarin bibêjin li ser xaka Iraqê ti yekîneyên şer ên biyanî nîn in.’’
Hin jêderkên nûçeyan gotin, şandeya Tirk pêşniyar kiriye ku leşkerên wê li Başîkayê perwerdeyê bidomîne û bargeh di nav çarçoweya koalîsyonê de were nirxandin. Rayedarên Iraqî guh nedane vê pêşniyarê.