TIR'a AKP'yiyan hate şewitandin

HBDH'ê TIR'a Malbata Kiliç a AKP'yî ku sîxûrî dikir şewitand.

Milîsên HBDH'ê yên Sînan Dersim di daxuyaniya niviskî de ragihand 29'ê Nîsanê TIR'a Serokê Bajêr a AKP'ê Farûk Kiliç û ya Alî Kiliç ku xebatên dij şoreşger dikin, a bi plakaya 47 AAY 78 li ser rêya Mêrdîn /Dêrik Qoserê ji hêla milîsên Sînan Dersim ve hatiye sekinandin û şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi çarçoweya pêngava şoreşger a tolhildanê ya ji bo Endamê Komîteya Rêveber ê HBDH'ê Sînan Dersim hatiye destpêkirin çalakiyên wiha li dijî wan kesan ku li Kurdistanê rê li noker û sîxûriyê vedikin wê bidomin, çi kes û saziyên di rêxistiniya dij şoreşger de nokerî, sîxûriyê dikin hedefa wan in û hate gotin, ''Li her deverê, her roj em ê li dijmin bidin û wan tine bikin.''