Tîma Xweparastinê ya Şehîd Medya Egîd sîxurek ceza kir
Tîma Xweparastinê ya Şehîd Medya Egîd ragihand ku 14'ê Mijdarê sîxurê bi navê Metîn Beyter ê ji MÎT'ê re dixebitî li Mersînê ceza kirin.
Tîma Xweparastinê ya Şehîd Medya Egîd ragihand ku 14'ê Mijdarê sîxurê bi navê Metîn Beyter ê ji MÎT'ê re dixebitî li Mersînê ceza kirin.
Tîma Xweparastinê ya Şehîd Medya Egîd li ser mijara kuştina Metîn Beyter daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Beyter xiyanet li têkoşîna azadiyê kir û ji dewleta Tirk re dixebitî.
Li gorî daxuyaniyê, Metîn Beyter li gel hişyariyan jî sîxuriya ji bo MÎT'ê dewam kir û ji ber vê yekê di 14'ê Mijdara 2024'an de li Mersînê hate cezakirin.