TÎKKO’yê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir
TÎKKO’yê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir
TÎKKO’yê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir
Komîteya Herêmî ya Rojhilata Navîn TKP/ML–TİKKO ji PKK’ê re peyamek şand û 36’emîn salvegera damezrandina wê pîroz kir.
Di peyama ku TÎKKO’yê şandiye de hat gotin ku dîroka PKK’ê dîroka şer û berxwedanê ye û wiha got: “PKK’ê di hişmendiya gelên Rojhilata Navîn de şiyarbûnek afirand.”
PKK bi şoreşa rojava û berxwedana Kobanê û Şengalê ji bo gelên bindest bûye çavkaniya îlhamê û got: “Em 36’emîn salvgera PKK’ê silav dikin, hêvîdar in ku sala 2014’an bibe salan serkeftin û qezencan.”
Komîteya Herêmî ya Rojhilata Navîn TKP/ML–TİKKO got:
"Hevalên Hêja,
Dîroka PKK’Kê dîroka şer û berxwedanê ye. Em dizanin ku afrînerê vê dîrokê Rêbertiya we û şehîdên we yên qehreman in. Vê dîrokê ne tenê hişmendiya azadî û demokrasiyê û nirx afirandiye. Di heman demê de di hişmendiya gelên Rojhilata Navîn de jî şiyarbûnek afirandiye.
Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û Şengalê ji bo daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bûye çavkaniyek mezin û di heman demê de ji bo rizgariya gelên mezlum ên bi dest yên Rojhilata Navîn jî bûye çavkaniya mezin a îlhamê.
Gelên mazlum ên bindest, şoreşger, demokrat ku dixwazin di rêya azadî û rizgariyê de bimeşin, gelek tiştên ku ji ji dîrok û kevneşopiya PKK’ê fêr bibin hene.
Em şehîdên qehreman ên îdealên azadî û dîroka PKK’ê afirandin Mazlum Dogan, Kemal Pir, Hayrî Durmuş, Hakî Karer, Mahsum Korkmaz, Sakine Cansiz, Bêrîtan, Zilan, Arîn û hemû şehîdan bi rêz bibîr tînin û em soza jiyandina bîranîna wan didin.
Em salvegera PKK’ê silav dikin, em di wê baweriyê de ne ku wê li Rojava gelê Kurd qezenc bike.