TÎHV: Di serdema AKP'ê de 6 hezar û 608 kes rastî îşkenceyê hatin
TÎHV: Di serdema AKP'ê de 6 hezar û 608 kes rastî îşkenceyê hatin
TÎHV: Di serdema AKP'ê de 6 hezar û 608 kes rastî îşkenceyê hatin
Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV) li dijî gotina Erdogan ya li Tirkiyeyê îşkence rabûye rapor amade kir û di raporê de diyar kir ku, di serdema hikûmeta AKP’ê de 6 hezar û 608 kesên rastî îşkenceyê hatin serî li TÎHV'ê dan.
Li Tirkiyeyê her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Her çend Serokwezîr Erdogan bêje binpêkirina mafan kêm bûye û îşkence tuneye jî rapor vê yekê derew derdixin. Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV), li dijî gotina Erdogan ya li Tirkiyeyê îşkence rabûye rapor amade kir û di raporê de diyar kir ku, di serdema hikûmeta AKP’ê de 6 hezar û 608 kesan serî li TÎHV'ê daye.
Serokwezîr Erdogan di 22'ê Çileyê de di koma partiya xwe de diyar kiribû ku, "Bila tu kes ji me re nebêje di serdema AKP'ê de îşkence tê kirin" Li hemberî vê yekê TİHV’ê rapor aşkere kir û diyar kir ku, ji sala 2002’an heta 2012'an di 10 salên serdema hikûmeta AKP'ê de 6 hezar û 608 mirov rastî îşkenceyê hatine û serî li wan dane.
Li gorî daneyên TÎHV'ê îşkceya di serdema AKP'ê de li gorî salan wiha ye: Di salên 2002 û 2004'an de 2 hezar û 812 kesan, Di sala 2005’an de 692 kesan, di sala 2007’an de 452 kesan, di salên 2008 û 2010'an de hezar û 247 kesan, di sala 2011’an de 519 kesan û di salên 2012’an de 549 kesan ji ber îşkenceyê serî li TÎHV'ê dan.