‘Tifaqa xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine’

Bûldan di mîtînga HDP’ê ya li Bedlîsê axivî û got:“Bi Tansû Çîller û Mehmet Agar re, tifaqa xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine.  Ji hebûna Kurdan aciz in.”

Mîtîngên HDP’ê yên di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de didome.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Bedlîsê de axivî û got:

“Ev bajar, bajarê Seîd Kurdî û yê Feqiyê Teyran e. Wekî Seîd Kurdî jî gotiye, rêya me rêya biratî û azadiyê ye.  Li ser vê rêya bi rûmet em ê bigihêjin serfiraziyê. Wan li pişt xwe têkoşîneke mezin hiştin, niha li ser navê HDP’ê em wê têkoşînê didomînin. Ev rê di 24’ê Hezîranê de ew ê bi îradeya we, ew ê bigihêje serfiraziyeke mezin.

JI MIRIYÊN ME DITIRSIN

Di 16 salên desthilatdariya AKP’ê de li Tirkiyeyê gelek zilm û êşkence hate kirin.  Lê di 24’ê Hezîranê de ew ê ev zalim têk biçin û ew ê mazlûm bi ser bikevin. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de berdêlên mezin hatin dayîn. Li Goristana Xerzanê êrîşî miriyên me kirin. Ji miriyên me jî ditirsin. AKP dibêje ku qey bi êrîş û tirsê ew ê rê li ber vî tiştî bigirin ku kes danekeve kolanan. Em ji tu kesî natirsin û em têkoşîna xwe didomînin.

EM JI AKP’Ê HÎNÎ BAWERIYA BI XWEDÊ NEBÛN

Bi nêzbûna 24’ê Hezîranê re zêdetir êrîşan dikin. HDP’ê ji 6 milyonan zêdetir deng stendiye lê êrîşî wê dikin. Ez bang li Erdogan dikim, em ji AKP’ê hînî ola xwe nebûne.  Me wekî wan ol nekir amûra siyasetê. Serokwezîr dema hat vê derê, camî kir buroya AKP’ê. Pankartên AKP’ê bi camiyê ve daliqandin. Camî ne buroyên we yên hilbijartinê ne, camî mala Xwedê ne.

WÊ ELEWÎ Û SUNÎ DESRÊS BIDIN AKP’Ê

Em ne bawerî, ne siyaset, çand û zimanê xwe emanetî we dikin. Êdî demê AKP’ê hatiye. 24’ê Hezîranê wê gelên vî welatî; Kurd, Ereb, Elewî û Sunî, jin û ciwan dersa AKP’ê bide. Yên ku aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin; yên li gel edaletê, wê ders bide AKP’ê. Berpirsyartiya herî mezin li ser milê we Bedlîsê ye. Gelê Bedlîsê kiryarên parlemeterên AKP’ê dizane. Kiryarên parlementerên HDP’ê jî dizane. Vê yekê baş bizanin parlementerên HDP’ê yên li Parlementoyê dengê we ye. 24’ê Hezîranê wê Bedlîs bike 3-0.

Yekan e derdê AKP’ê û Erdogan ew e ku xwe li ser desthilatê bigire. Bi pirsgirêkên gelê Bedlîsê re eleqedar nake. Derdê wan dewlemendkirina xwe ye.

Dem demê serketinê ye. Piştî 24’ê Hezîranê em ê bi hev re bifikirin. Em ê welateke ku bi nûnertiyeke bi hêz a HDP’ê çûna parlemetoyê û rêveberiya di destê Demîrtaş de bifikirin. Avakirina welatekî wiha ne xeyal e. Êdî dewrê AKP’ê qediya.

Divê her kes terciha xwe bike. Ev ji bo me fersendeke, em xwedî şansekê ne ku êdî gelên Tirkiyeyê ji bo di nava aştiyê de bijî ye. Derfet heye. AKP ji bo HDP’ê li bin bendê bixe her cûre lîstikê dike. Lê gelê me rê nade vê. Wê sindoqan biparêze. Muşahîdên me li vir kêm in. Bang li hemû hevalan dikin ku bibin muşahîd. Ji bo serketinê divê em sindoqên xwe biparêzin. Em bi gelê Bedlîsê bawer in.