Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê namzet nîşan nedin, em ê hesab ji desthilatdariyê bixwazin

Di daxuyaniya Tifaqa Ked û Azadiyê de hate gotin, "Di hilbijartinên Serokkomariyê de em ê namzet nîşan nedin. Em bi biryar in ku hesab ji vê desthilatdariyê bixwazin."

Tifaqa Ked û Azadiyê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartina Serokkomariyê bi civîneke çapemeniyê ya li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê eşkere kir. Ji bilî partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, wê nûnerên partiyên Kurd ên Komxebata Tifaqa Kurdistanî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de cih digire jî beşdarî civînê bûn.

DEKLARASYON HATE XWENDIN

Deklarasyon ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hate xwendin.

Temamiya deklarasyonê wiha ye:

"Ji bo yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê kêmî du mehan maye. Em di demeke dîrokî de ne ku wê paşeroja welêt û civakê diyar bike. Di vê dema beriya destpêkririna sedsala duyemîn a komarê de Serokkomarê 13'emîn wê bê hilbijartin û parlament ji nû ve bê avakirin.

Polîtîkayên civakî û aborî yên bîst salên dawî yên desthilatdariya AKP'ê li her qada jiyanê hilweşîneke mezin kirine; azadî asteng kiriye, kiryarên zext û bêhiqûqiyê bêdawî meşandiye. Pirsgirêkên piralî, neçareserî û tengaviya heyî roj bi roj giran dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ev dema civakê dizî ye û gefê li siberoja wê jî dixwe.

Ev desthilatdariya siyasî ku mîna kabûsekê bi ser welêt ve hatiye, bi her cûreyî zextê dike û rêveberiya yek şexsî li her devera welêt belav kiriye. 'Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê' bêhn li gelên Tirkiyeyê çikandiye.

Pêwîstiya esasî yıa Tirkiyeyê demokrasiyeke xurt û rasteqîn e ku xwe dispêre serweriya gel. Em sîstemeke welê dixwazin ku azadî û mafên gerdûnî lê têne naskirin, destûra bingehîn hatiye ewlekirin, pîvanên hiqûqa demokratîk lê derbas dibin û mafên aborî û civakî lê hene. Heta ku demokrasiyeke xwecihî ya xurt nebe ku mekanîzmayên tevlîbûna xwecihî lê dixebitin, nepêkane ku ev armanc bi ser bê xistin.

Em welat û civak, em ê bi hêvî li sibeha 15'ê Gulanê hişyar bibin. Hesret û dxwaza her mirovên me yên xwedî wijdan e ku hêzên karin guhertina demokratîk pêk bînin li parlamentê serwer be, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd Meclîs weke îradeya eslî tê dîtin, bi muxatabên xwe re diyalogeke zelal tê meşandin, welatî bi rengekî wekhev, azad û aştiyane paşerojê ava dike.

Tifaqa Ked û Azadiyê berdevkê daxwazên bindestan û kedkaran e. Îradeya avakirinê û hêza guhertinê ya demokratîk e. Yekane nûner û temînata mafên gelan e. Li dijî talankirina xwezayê cihê têkoşînê ye. Misogeriya jiyana azad a ciwanan e. Mifteya wê yekê ye ku paşeroja Tirkiyeyê bigihîne demokrasiyê.

Tifaqa Ked û Azadiyê wê jiyaneke azadîparêziya jinê ava bike. Em ê ti carî destûrê nedin ku jin tune bêne hesibandin. Temînata siberoja azad û wekhev a jinan li her qadên jiyanê, em in. Parêzvanên herî xurt ên temsîliyet wekhev a jinan li qada siyasetê em in. Tifaqa me ji bo Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve meriyetê û destketiyên jinan hemû bi destûra bingehîn bêne misogerkirin, wê bi hemû hêza xwe têbikoşe.

Û em bi biryar in ku bi danhevî, tecrûbe û feraseta xwe ya têkoşînê ya bi dehan salan, serweriya demokratîk a gelên Tirkiyeyê ava bikin.

Bi xurtbûna me, bi xurtbûna hêzên li meclîsê li ser ked, edalet û aştiyê israr dikin, bi xurtbûna hêzên daxwaza guhertina demnokratîk dikin wê Tirkiye demokratîk bibe. Em alternatîfa rasteqîn a gelê me ye ku dixwazin di navbera sîstema yek şexsî û restorasiyonê de tengav bikin.

Di hilbijartinên Serokkomariyê de li dijî rêveberiya yek şexsî em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Ji bo li welêt demokrasî, azadî û mafên bingehîn, edaleta civakî pêk were, em bi biryar in ku hesab ji vê desthilatdariya rantxur, talanê bipirsin.

Ji ber vê yekê em bi raya giştî re parve dikin ku di hilbijartinên Serokkomariyê de em ê namzet nîşan nedin. Armanca me ya lezgîn û sedema me ya têkoşînê ew e ku şert û mercên kar û jiyanê yên gel baş bikin, di rêveberiya cemaweriyê de edaletê misoger bikin, wekheviya zayendî di nava civakê de pêk bînin, jiyaneke azad bidin ciwanan, hurmet ji xwezayê re bê nîşandan, polîtîkayeke aştîxwaz a derve bê meşandin, dadgerî serbixwe be, nanasme hemû azad bin û ya herî girîng jî destûreke bingehîn a demorkatîk a ji van hemûyan bê avakirin.

Pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi şer heye, pêwîstî bi lihevkirin û aştiyeke bi aqlê selîm heye, bi çareseriya berfireh, rasteqîn û mayinde ya pirsgirêkên siyasî û civakî heye. Kesekî ku civakê li ber hev radike, aloziyê dixe nav, li derve û hundir bi afirandina dijminan nearamiyê mezin dike, daxwazên mirovan ji nedîtî ve tê, nepêkane ku bi ser bikeve.

Meşa ber bi paşerojeke ronî, rêya avakirina demokrasiya siyasî bi têkoşîna bi hev re, bi mezinkirina hêviyê, bi gavên ji bo jiyaneke nû yên bi wêrekî, bi polîtîkayên ku bersivê didin pêwîstî û hesreta civakê dibe.

Ji me hemûyan re qawet be, rêya me vekirî be."