Li gorî agahiyên ji kovarê hatî girtin, di sala 2017’an de ji aliyê Dozgerê Federal ê Karlsruhe ve li dijî Kurdan ku girêdana wê bi PKK’ê re hene bi giştî 136 amadekariyên lêpirsînê hatibûn vekirin. Di nûçeya Der Spiegelê, hejmara van lêpirsînan sala 2016’an 37, sala 2015’an de jî ‘tenê 24’ bûn.
Di nûçeyê de cih dan daxuyaniyên pêkenok ên pisporên ewlekariyê yên di derbarê vê mijarê de. Li gorî vê, di salên dawî de ji ber zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdan gelek aktivîstên Kurd berê xwe dane Elmaya, sedema vê jî ev weke hincet hatiye nîşandan.
Li gorî nûçeya Der Spigelê li gelemperiya Elmanyayê 14 hezar endamên PKK’ê hene û diyar kir ku her diçe hejmara wê zêde dibe. Li gorî BfW’ê, bûyerên di salên dawî de li Sûriye û Rojava qewimîn sempatiya bi PKK’ê re pêşketiye, di vê mijarê de jî alîkariya malî ya gel her diçe zêde dibe.