Tiba Edlî mikur hat: Gaza îsotan dikuje

Tiba Edlî mikur hat: Gaza îsotan dikuje

Di rapora Tiba Edlî ya der barê ciwanê bi navê Çayan Bîrben ê sala borî piştî polîsan ji mesafeyeke kurt gaza îsotan avêt ser rûyê wî jiyana xwe ji dest da, hat destnîşankirin ku mimkun e gaza îsotan bibe sedema xwîn biçe ser mejî.   

Li gorî nûçeya Hîlal Kose ya ji rojnameya Cumhuriyet, der barê 4 polîsan de ji ber bûne sedema mirina Çayan Bîrben ê di 27’ê Gulana 2012’an de ji ber gaza îsotan a ku polîsan bi kar anî, jiyana xwe ji dest da, bi sûcdariya  “Bi awayekî bêzanebûn lê bi guhnedana qanûnê jî” heta 6 salan bi cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Yalova, da xuyakirin ku sûc “Ji ber sedema wê birîndariya giran e” bi biryara bêpeywiriyê dosya şand Dadgeha Cezayê Giran a Yalova.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Yalova hat destpêkirin dosya ji Saziya Tiba Edlî ya Yalova re hat şandin. Di rapora Tiba Edlî de, hat destnîşankirin ku dema kes ji mesafeyeke kurt bi awayekî zêde rastî gaza îsotan be mimkun e bibe sedema ku xwîn biçe ser mejî.