Şaredara Geverê ya berê Yetîşkîn êdî azad e!

Şaredara Geverê ya berê Yetîşkîn êdî azad e!

Di rûniştina siyasetmedarên kurd ên li Geverê di dîrokên cuda da hatin binçavkirin de Şaredara Geverê ya berê Ruken Yetîşkîn û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê yê berê Nazîf Ataman tahliyebûn.

Rûniştina siyasetmedarên kurd ên li navçeya Geverê ya Colemêrgê yên di dîrokên cuda de hatin girtin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate dîtin. Şaredara Geverê ya berê Ruken Yetîşkîn, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Altekîn, Siracettîn Firat, Mehmet Çapraz, Abdurrahman Gemîcîoglu, Sabrî Tumen ji ber rewşa hewayî tevlî rûniştinê nebûn û siyasetmedarên kurd ên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê Arîf Karay û Cemîl Bor tevlî rûniştinê bûn.

Di doza 30 kes tên darizandin tu kesên bêyî girtî tên darizandin tevlî rûniştinê nebûn. Wekîlê Şaredarê Bajêrgeh Tacettîn Sefali û gelek kesên din tevlî rûniştinê bûn. Di rûnşitinê de parastina kurdî nehate qebûlkirin. Parêzeran jî di parastina xwe de daxwaz tahliyeya muwekîlên xwe kir.

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara tahliyeya Şaredara Geverê ya berê Ruken Yetîşkîn û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê yê berê Nazîf Ataman da û rûniştin taloqî 15'ê sibatê kir.