TGS: Jin li her derê ne

TGS: Jin li her derê ne

Şaxa Stenbolê ya TGS’ê bang li hikûmetê kir ku bila dest ji şîdeta li ser rojnamgeran berde û got: “Dest ji bendena xebatkarên jiyên çapemeniyê bikişînin! Jin li kolanan, ekranan û her qada jiyanê dê bimînin. Hîn bibin em li virin.”

Sendîkaya Rojnamgerên Tirkiyeyê (TGS) bertek nîşanê gotinên berdevkê hikûmetê Huseyîn Çelîk yên ku pêşkeşvana bernameya tv Gozde Kansu gotibû û her wiha tacizkirina nûçegîhana DÎHA’yê Pîroze Orhan ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hat tacîzkirin dan.

TGS’ê da zanîn ku ji êrîşên hikûmetê yê xebatkarên jin yên çapemeniyê jî nisîbê xwe digirin û got êdî taciza zayendî ji bo polîsan li qadan hatiye asteke rutîn û got: “Desthilatdarî bi vê jî sînor namîne û tevli cil û bergên me jî dibin. Talîmatan dide û dibêjin wisa li xwe bikin.

Berdevkê hikûmetê Huseyîn Çelîk ji bo pêşkeşvana tv dibêje; wiha nabe. Dawî li karê Gozde Kansu anî. Her wiha hevala me ya nûçegîhana DÎHA’ê li Amedê rastî taciza polîsan hat. Ji aliyê polîsên sivîl ve hat tehdîtkirin.”

TGS’ê bang li desthilatdariyê kir û diyar kiri ku dest ji şîdeta li ser rojnamegeran berdin.