Tezkereya şer li Meclisa Tirk hat erê kirin
Tezkereya şer li Meclisa Tirk hat erê kirin
Tezkereya şer li Meclisa Tirk hat erê kirin
Tezkereya Serokwezîrtiyê a têkildarî operasyonên dervey sinor ya Başûrê Kurdistanê li Meclisa Tirk hate pejirandin.
Tezkereya Serokwezîrtiyê ku hikumetê dixwest salek din jî operasyona dervey sinor ya Başûrê Kurdistanê bê dirêj kirin li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirk dihate nîqaşkirin. Di dengdanê de BDP’ê dengê ‘na’ bikaranî, parlementerên AKP, CHP û MHP’ê dengê ‘erê’ bikar anîn û hate pejirandin.
Hikumeta Tirk ya ku ji sala 2007’an ve biryara operasyona dervey sinor ya Başûrê Kurdistanê daye, rayeya operasyonê salek din dirêj kir û bi vî awayî cara 7’ane li Meclisa Tirk tê pejirandin.
Tezkere herî dawî di 11’ê Cotmeha 2012’an hatibû dirêj kirin. Tezkereya nû jî ji 17’ê Cotmeha 2013’an ji bo salekê hate dirêj kirin.
Wekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken pêşiya dengdanê axivî û got: “Ev tezkere jî weke ên berê rîska wê geleke, rîskek wê ya ku rê li trajediyên weke Roboskiyê veke. Em dibînîn ku, dema mijar bû Kurd bû şer, çawa AKP, CHP û MHP dibin yek mist.