Tewanbarên komkûjiya Muşê dê serbest bên darizandin

Tewanbarên komkûjiya Muşê dê serbest bên darizandin

Di sala 1993’an de li Muşê  9 endamên malbatekê hatin şewitandin û qetilkirin. Dozgeriyê der barê 3 leşker û tîmekî tevgera teybet yên kûjer de biryara darezandina bêgirtin da.

Li bajarokê Altinova ya navçeya Korkut 9 kes di malekê de hatibûn şewitandin. Der barê kesê ev komkûjî pêk anîn, Serfermandarê Qerekola Cendermeyan a Haskoy Yuzbaşi B.K, Ustegmen H.A., serfermandarê Qerekola Cendermeya a Gokyazi Çawîşê Pispor T.N. û Rêveberê Tevgera Taybet a Parastinê Cêgir Ş.U.  de biryara darezandina bê girtin hat dayîn.

Doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a Muşê pêk hat bersûç beşdarî rûştinê nebûn. Di rûniştinê de Aysel Ogut a ku di roja bûyerê de dayîk, bab û 7 xwişk-birayên xwe winda kirîn û mamê wê Mehmet Eşref Ogut amade bûn.

Rûniştin bi tevlîbûna endamên malbata Ogut û ji borûyên Muş û Betlîsê 10 parêzer beşdarî dozê bûn. Doz piştî xwendina îdianameyê dest pêkir.

Parêzeran got ji bo lêpirsînekî adîlane bê kirin pêwiste doz li Mûşê bê kirin. Li ser vê yekê dozgeran wiha got: “ Li bajarokê Altinova bê wijdaniyekî mezin heye. Li vir bi şêweyekî herî hovane û bê wijdanî mirov hatine kuştin. Hemû kesên ku li vir jiyan dikin şahidên vê bûyerê ne û ew kesên ku bûyer jî kirine hîna ji derve  serbest digerin. Em dixwazin ku ev kesên kûjerên vê bûyerê ne demek ji a din zûtir bên girtin û bên ceza kirin.”

Dozgerên Komarê biryara der barê kûjeran de quntrola bi şert û derketin ji derveyî welat jêre qedexe kir. Rûniştin taloqî rojên pêş kirin.