Tevlî kampanya alîkariyê ya ji bo Efrînê bibin

Kampanya alîkariyê ya ji bo Efrînê ku li Ewropayê dest pê kir didome. Ji Roja Sor a Kurdistanê Şehmuz Akan bang li Kurdên li welatên Skandînavyayê û Îngilîstanê kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Kampanya alîkariyê ya ji bo Efrînê li Swêdê ji aliyê Roja Sor a Kurdistanê, li Danîmarkayê ji aliyê Komeleya Alîkariyê ya Roja Mezopotamyayê, li Norwêc û Îngilîstanê jî ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve tê birêvebirin. Şehmuz Akan bi navê Roja Sor a Kurdistanê li ser kampanyayê agahî da û destnîşan kir ku divê ew bi ruhê seferberiyê tevlî kampanyayê bibin.

Şehmuz Akan diyar kir, dewleta Tirk ev 53 roj in bi rengekî hovane komkujiyê li Efrînê dike û got, "Li Efrînê jin û zarok tên kuştin. Bombe li bendav, rê, mizgeft, dibistan, firin û nexweşxaneyan tên barandin. Em bêdengiya cîhanê şermezar dikin, lê belê divê em qîma xwe bi vê yekê nînin. Em neçar in destekê bidin Efrînê û gelê Efrînê."

Akan destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Efrînê bi hemû Kurdistanî û dostên wan heye û wiha dewam kir: "Pêwîstiya lezgîn bi malzemeyên jiyanî heye. Divê em guh bidin dengê gelê Efrînê. Ew ji bo rûmet û axa Kurdan li ber xwe dide. Girîng e gelê me yê li Ewropayê bersivê bide vê berxwedanê. Em zanin ku gelê me yê li vê derê ev 53 roj in bi çalakiyên xwe bûye beşek ji vê berxwedanê, lê belê divê em ji vê zêdetir bikin. Lazim e em bi ruhê seferberiyê tevlî kampanya neteweyî bibin. Ev yek wezîfe û berpirsyariya me hemûyan e."

Akan got, li welatên Skandînavyayê û Îngilîstanê eleqe ji bo kampanyayê heye, lê li bendê ne ku ev yek xurtir be.

AGAHIYÊN PÊWÎST JI BO TEVLÎBÛNA LI KAMPANYAYÊ

Mirovên dixwazin tevlî kampanya alîkariyê ya ji bo Efrînê bibin, bi rêya agahiyên li jêrê hatine dayin dikarin tevlî bibin:

Swêd / Sweden / Schweden / İsveç / Sverige
Kurdiska Röda Solen ( Roja Sor a Kurdistanê)
Address/Anschrift/ Navnîşan:
Ankdammsgaten 33, 171 67 Solna
Tel.: +46 827 36 85
Fax: +46 827 33 26
Email: [email protected]
SWISH: 123 179 04 76
Nordea Bank
Hesap No: PlusGiro: 22 86 76-3
IBAN: SE1095000099603402286763
BIC/SWIFT :NDEASESS
www.rodasolen.se

Dänmark / Danimarka / Danmark
Støtteforeningen Mesopotamiens Sol – Komela Alîkariyê ya Roja Mezopotamya
Address/Anschrift/ Navnîşan:
Retortvej 45 1th 2500 Valby
Tel: 0045 33 22 89 98
Merkur Andelkasse
IBAN:DK68 8401 0001 2825 26
BIC/SWIFT: MEKUDK21

England / İngiltere
Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)
Address/Anschrift/ Navnîşan:
Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU
Registered Charity No: 10 93 741
Company No: 42 85 714
Bank Sort code: 20 46 60
Bank Account No: 40 91 23 87
http://www.heyvasor.org.uk

 Norvêc / Norveç / Norwegen / Norway
Kurdiske Røde Halvmåne Norge (Heyva Sor a Kurdistanê)
Address/Anschrift/ Navnîşan:
Hausmanns gate 6 0186 Oslo / Norge
Tel: 0047 98 46 33 28
Organisasjonsnummer: 009124. 84734
DNB BANK ASA OSLO
Account/Hesap/Konto No: 1503 40 52953
IBAN: NO 15 1503 4052 953
BIC/ SWIFT: DNBANOKKXXX