Tevî rapora Tipa Edlî jî girtiyê felçbûyî nehat berdan

Tevî rapora Tipa Edlî jî girtiyê felçbûyî nehat berdan

Girtî Alî Haydar Yilmaz, ku di sala 2012'an de di encama êrîşeke çekdarî ya li Stenbolê de ji 6 cihên xwe birîndar bû û herdu lingê wî felç bûye, tevî rapora Tipa Edlî ya dibêje, "Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane bicih bîne" nehat berdan.

Alî Haydar Yildiz ji ber sedema felçê ku hemû demê di girtîgehê de razay dimîne, di bedena wî de birînên giran çêbûne û di mehên bihurî de dadgehê ew şandibû saziya Tiba Edlî. Saziya Tipa Edlî di 23'ê Çileya sala 2013'an de rapora "Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane bicih bîne. Divê kesek alîkariyê bide wî" da Yildiz û li ser vê yekê parêzer Gulîzar Tûncer ji bo serbestberdanê serî li dadgehê da. Lê belê ev serlêdan ji aliyê dadgehê ve nehat pejirandin.

Parêzer Tûncer got, "Eger dadgeh ji aliyê mirovî ve li bûyerê nenêre jî, divê di çarçoveya peymanên pêwendîdar ên navneteweyî de vê serlêdanê qebûl bike. Xala 90. a Destûra Bingehîn jî vê yekê ferz dike."