'Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan hesreta mîlyonan e'
Nûnerê Partiya Maoîst Komunîst Kînem Yildiz diyar kir, xeta têkoşîna yekbûyî ji aliyê dîrokî û stratejîk ve girîng e û destnîşan kir, ku Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan hesreta mîlyonan e.
Nûnerê Partiya Maoîst Komunîst Kînem Yildiz diyar kir, xeta têkoşîna yekbûyî ji aliyê dîrokî û stratejîk ve girîng e û destnîşan kir, ku Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan hesreta mîlyonan e.
Yek ji pêkhateyên girîng ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan a ji aliyê 10 rêxistinan ve di 12'ê Adara 2016'an de li çiyayên Kurdistanê hat ragihandin, Partiya Maoîst Komunîst e.
Partiya Maoîst Komunîst (MKP) a ji kevneşopiya TKP/ML a lîderê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya tê, di sala 2002'an de ev nav li xwe kir. Baskê leşkerî yê vê rêxistinên Artêşa Rizgariya Gel (HKO) ye. MKP bi giranî li Dêrsim, Tokat, Kastamonû, Gîresûn û Ordûyê xwedî yekîneyên gerîla ye. Xwe weke rêxistineke Marksîst, Lenînîst, Maoîst, komunîst bi nav dike.
Nûnerê MKP'ê Kînem Yildiz têkildarî damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ji me re ANF'ê re axivî.
'TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ MÎNA PÊWÎSTIYEKÊ HER TIM DI ROJEVA HÊZÊN ŞOREŞGER DE BÛ'
Ji bo pirsa "Çima têkoşîneke yekbûyî?" Yildiz ev nirxandin kir:
"Têkoşîna şoreşê yan jî têkoşînên herêmî, ji duh heta îro her tim li ser yekîtî, yekîtiya çalakiyê, eniya hevpar, polîtîkaya tifaqê nîqaş meşandine. Di têkoşîna navbera şoreşê û dij bi şoreşê de, ev nîqaş mîna pêdiviyekê her di rojevê de man. Û heta em bersivê 'ji vê baştir em dikarin çi bikin' wê her di rojevê de bimîne.
Ev nîqaş û pêwîstî tiştekî kêfî nîne. Daxwaz û pêwîstiya bi mîlyonan mirovên şoreşê dixwazin, guhertina radîkal dixwazin û dixwazin ev sîstem bê guhertin e. Lê ev girseya ji mîlyonan ji hev belav e. Bêrêxistinî ne yan jî li dora rêxistin-tevgerên polîtîk in. Pêwîstî jî ji vir tê. Tevgerên polîtîk li hemberî dijminê hevpar li hev bicivînin, girseyan li hev kom bikin, bi têkoşîneke bi hêztir û bandortir re pêngavên encamgir bên avêtin. Dema ev bi ser hat xistin, hingî wê armanc û hewldanên tevgerên şoreşger ên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê bi ser bikevin."
PRATÎKÊN KAYPAKKAYA, ÇAYAN, GEZMÎZ Û DOGAN MÎNAKÊN VÊ HEWLDANÊ NE
Kînem Yildiz da xuyakirin, ku weke Partiya Maoîst Komunîst, wan girîngiya têkoşîna yekbûyî bi salan bilêv kirine, siyaseteke eniyê weke stratejiyeke girîng dîtine, û got, "Her çend di vî warî de hewldan û gavên pratîkî hatin avêtin jî, ji aliyê wergirtina encamê ve kêmasiyan rû dan. Ji aliyê dîrokî ve dema bê nirxandin; helwestên pratîkî yên Îbrahîm Kaypakkayayan, Mahîr Çayanan, Denîz Gezmîşan, Mazlûm Doganan, daneyek di vî warî de ye. Her çend van yekbûyînek nafirandin jî, bi çalakiyên xwe û nêzîkatiyên xwe yên ramanî re tovên têkoşîna yekbûyî çandin."
Yildiz diyar kir, partiya wan mîna têkoşîna şoreş-sosyalîzmê, di wê baweriyê de ye ku meseleyeke eleqeya xwe bi mîlyonan mirovî re heye, ne ji aliyê partiyekê bi tenê ve, bi tevlîbûna mîlyonan dikare bi cih bê anîn û got, "Şoreş berhema girseyan e."
'AKP DI SERDEMA HERÎ QELS DE YE, LEWMA EWÇEND ÊRÎŞKAR BÛYE'
Nûnerê MKP'ê Kînem Yildiz anî ziman, ku desthilatdariya Erdogan-AKP'ê nebûye hikûmeteke rastî û ragihand, ku ev desthilatdarî di serdema herî qels de ye, lewma ewçend êrîşkar bûye.
Yildiz got, "Li dijî faşîmzê, li dijî desthilatdariya Erdogan-AKP'ê, avakirina eniyeke hevpar, meşandina têkoşîneke yekbûyî, şikandina van êrîşan, ya herî girîng jî pêşîvekirina li şoreşê, daxwaza gelên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê ye. Em dikarin bibin bersiv ji vê daxwazê re."