Tevgera Şoreşa Yekbûyî -Selahattîn Erdem
Ji niha ve mirov dikare bêje bi Tevgera Şoreşa Yekbûyî re dawiya seltenata AKP'ê hatiye, xeyalên Erdogan ên 2023’an têk çûne û faşîzma AKP'ê wê di nava xeyalên xwe de têkçûn û şikestana herî mezin bijî.
Ji niha ve mirov dikare bêje bi Tevgera Şoreşa Yekbûyî re dawiya seltenata AKP'ê hatiye, xeyalên Erdogan ên 2023’an têk çûne û faşîzma AKP'ê wê di nava xeyalên xwe de têkçûn û şikestana herî mezin bijî.
Hikûmeta AKP'ê her çendî diktatoriya xwe ya faşîst, bi dijminahiya Kurd û li ser şerê li dijî Kurdan sazî bike jî, li beramberê wê hêzên şoreşger û demokratik jî di nava xebatên ku yekitî û têkoşîna xwe pêşbêxin de ne. Hêzên HDP û HDK ku rastî êrîş û terora faşîzmê tên, diyar dibe ku ew jî di nava hewldanên mezinkirin û pêşxistina bloka Demokrasiyê de ne. Deh partî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê jî, xebatên yekitiyê ku ev demek bû dimeşandin, ber bi encamekê ve anîn û di 12'ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku, di bin navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan de hêzên xwe kirine yek.
Bêguman, di aliyê siyasî de wateya van pêşketinan gelekî ciddî û girîng e. Heta mirov dikare bêje; gelek dereng maye jî. Ji ber ku AKP’ê rejima eskerî û faşîst a 12'ê Îlonê restore kir û dixwaze biguherîne diktatoriyek sivîl a faşîst. Her wiha dixwazin êrîşên faşîst ku ji darbeya 12’ê Adar’ê sala 1971’an ve berdewam dikin, bi diktatoriyek faşîst mayînde bikin. Bêguman, ji bo hewldan û planên AKP'ê bi ser nekevin û fersend neyê dayîn; Divê têkoşîna 45 salan a Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya'yan ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dane destpêkirin, bi serketinê were tacîdarkirin.
Li Tirkiyeyê de hesap ji hev pirsîna 45 salan, xwediyê wateyeke dîrokî ye. Bersiva pirsa di salên 1970’an de ku di rojevê de mijara sereke bû " Tirkiyeyek Çawa? " hîna jî bi zelalî ne hatiye dayîn. Yani, di têkoşîna dîrokî ya 45 salan de aliyên faşîst û demokratîk hîna jî zora hev nebirin e. Di vê demê de bi desteka derve, bloka faşîst ku tevahiya hêzên paşverû gihandin hev; darbeya 12'ê Adara sala 1971’an, darbeya faşîst û eskerî ya 12'ê Îlonê 1980’an, di Tîrmeha 1987’an de lidarxistina rewşa awarte, xistina hikûmeta Erbakan di 28'ê Sibata 1997’an, di 15ê Sibata sala 1999’an bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û konsepta şerê giştî û taybet ê li dijî gelê Kurd de her çendî pêngavên girîng pêkanîbin jî, lê nekarîn serketinê bidestbixin û hêzên şoreşger û demokratîk teslîm bigrin, her wiha nikaribin dîktatoriya faşîst jî bi rengekî mayîn de berdewam bikin. Niha jî hikûmeta AKP'ê dixwaze bi rêya "Planê Têkşikandin" û şerê ku di 24'ê Tîrmeha 2015’an de bi derbeyek sivîl a faşîst dan destpêkirin, xwe bigehîne wê serketinê.
Li dijî êrîşên faşîzan, hêzên şoreşger û demokratÎk jî di hindUrê van 45 salan de pêngavên girîng avêtin. Li dijî darbeya 12'ê Adarê, berxwedana ku rêxistinên THKP-C, THKO û TKP-ML’ê dan destpêkirin, têkoşîna ADYOD, ya salên 1974’an, Li dijî faşîzma 1982’an, Eniya berxwedanê ya yekbûyî (FKBDC) û PKKê bi pêngava di 15ê Tebaxê sala 1984’an ya gerîlayan dewam kir, Serhildanên Kurdan yên salên 1990’î, Berxwedana gelê Kurd a li dijî komploya navneteweyî, têkoşîna rêxistinên şoreşger, pêngava siyasî û demokratîk ên DTP û HDPê, hilbijartinên 29 Adar 2009 û 7ê Hezîran 2015’an, di meha Hezîrana 2015’an berxwedana Gezî û Berxwedana Kurd a xwerêveberiyê ku ji Tebaxa 2015’an destpê kir û heya niha dewam dike, pêvajo ber bi qonaxeke girîng û dîrokî de biriye. Niha tifaqa ku liser esasên berxwedana Kurd a xwerêveberinê di nava hêzên şoreşger demokratîk de pêk hat û têkoşîna dîrokî ya 45 salan, jibo hêzên şoreşger û demokratîk, xwe gihandina serketinê armanc dike.
Bêguman ev hesap pirsîn, ji aliyê dîrokî de gelekî girîng e. Lewra ev encam, wê bi tenê nebe bersiva "Tirkiyeyek çawa" di heman demê de wê bersiva pirsên "Rojhilata Navîn a Çawa" û "Cîhanek Çawa" derbixîne holê. Li Rojhilata Navîn encamên pêşveçûna şerê cîhanê yê sêyemîn, mirovahî ber bi qonaxek wiha ve aniye. Pêvajoya ku di sala 2011’an de, bi navê "Bihara Ereban" destpê kir, îro li sêgoşeya Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê kom bûye û di vir de jî herêma diyarker, wê Tirkiye be. Eşkere bûye ku çareserkirina pirsgirêkan jî wê ji Tirkiyeyê destpê bikin.
Tam jî di vê nuqteyê de siyaset û zîhniyeta hikûmeta AKP'ê li ser dijberî û dijminahiya Kurdan birêve dibe, bi eşkere tê dîtin ku Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibe. AKP ku di xeta nîjadperestiyek şoven û faşîst de ye, ji xwe re siyaset û zihniyeta Ittihadî Terakkî û Kemalîzm esas girtiye. Bi zihniyet û siyasetek bi vî rengî re, tevahiya derdorên civakî yên bindest û kedkar hedef hatiye girtin û li dijî AKP'ê dijberiyek civakî ya mezin derketiye holê. Ev jî li dijî faşîzma AKP'ê fersendên mezin dide hêzên şoreşger û demokratîk, ku di her aliyan de xwe rêxistin bikin û têkoşînê pêşde bibin.
Li aliyê din, hikûmeta AKP'ê bi vê siyaseta xwe, hem li herêmê hem jî li cîhanê de ji hemû hevalbendên xwe dûr bûne û ji wan qetiya ne. Nexasim jî nakokiyên ku bi Amerîka, YE û Rûsyayê re dijîn gelek girîng in. Heya bi eşkere jî tê dîtin ku AKP di nava xwe de bûye du perçe. Şer û nakokiyên mijara gotinê ye, li Tirkiyeyê li dijî derdorên faşîst, ji bo pêşxistina têkoşîna şoreşgerî û demokratîk fersend û taktikên mezin û ciddî afirandiye. Bi gotina berê; pir zelal e ku a niha pêvajoyeke şorêşgeriyê tê jiyîn e.
Lewma, li aliyekî hewldanên HDK û HDP'ê yên anîna li gel xwe ya ODP û tevgera Hezîranê ya yekbûyî û mezinkirina Eniya Aştî û Demokrasiyê, li milê din de jî, bi tevlîbûna deh rêxistinên Şoreşger, avakirina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan û daxwaza tekoşînkirinê, tê wateya destwerdana li vê rewş û pêvajoya mijara gotinê ye.
Li ser vê bingehê, ji bo astengkirina dîktatoriya faşîst a AKP'ê û ji bo Tirkiye ji vê felaketê were rizgarkirin; armanca sereke ew e ku di nava van şer û nakokiyan de pêkanîna şeroşa demokratîk û avakirina Tirkiyek Demokratîk e.
Ji xwe ragihandina avakirina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan di 12'ê Adarê de, rastiya vê armancê di salvegera 45. a derbeya faşîst û eskerî ya 12'ê Adara sala 1971’an de raber dike. Yên ku daxuyanî dan jî girîngî bi vê rastiyê anîn û armanca xwe ya sereke jî wiha gotin; divê têkoşîna dîrokî ya 45 salan bi çareserkirina pirsgirêka Kurd û di şexsê AKP'ê de hilweşandina diktatoriya faşîst pêk were û bi Tirkiyeyek Demokratik were tacîdarkirin.
Her çendî li Tirkiyeyê de Tevgera Şoreşa Yekbûyî ne tifaqa yekemîn be jî, lê teybetmendiyên wê yên cuda hene û hêz, cidiyet û potansiyelek wan a têkoşînê heye ku bê nîqaş e. Ji xwe li dijî derbeya 12'ê Adarê, ku 3'ê aliyan li ber xwe didan, di vê hevgirtinê de anîn li gel hev û li Tirkiyeyê bi xwedî derketina mîrateya tevahiya şoreşger û sosyalîstan re yekbûna bi berxwedana tevgera azadiya Kurd PKKê re, serketinek mezin hatiye bidesxistin. Hevgirtina ku mijara gotinê ye, bi tesîrbûna li gel pêşketinên Rojhilata Navîn, Şoreşa Rojava ya azadiyê û bi hêzgirtina ji berxwedana bakurê Kurdistanê ya xwerêvebirênê pêşketiye û bi encam bûye.
Tirkiye, bi ragihandina avakirina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan re, ketiye qonax û pêvajoyeke nû. A rast rewşa ku em tê de ne, pêdivî bi tekoşînek wiha re dîtiye û bi tevlîbûna rêxistin û tevahiya derdorên din re jî, eşkere ye ku wê ev tevger bi lez û bez mezin bibe. Ji xwe Tevgera Şoreşa Yekbûyî jî di daxuyaniya xwe de balê dikşînin li ser vê yekê û di serî de banga yekitî û têkoşînek aktîf li jinan, ciwan, karker, kedkar û tevahiya derdorên bindest û hêzên demokrat û azadîxwazan re dikin.
Bêguman, beriya Newroz’ê ragihandin û bang kirinek wiha gelek girîng e. Tesîra vê, destpêkê li ser pîrozbahiyên Newroz û di pêşvebirina berxwedêriya xwerêveberiyan de wê werin dîtin. Ev pêvajo, ji 1'ê Gulan û şûnde wê xwe bigehîne asta herî jor. Berxwedana ku li Kurdistanê destpê kiriye, wê belavî tevahiya Tirkiyeyê bibe û wê veguhere agireke şoreşgerî û demokratîk. Diyare ku wê sala 2016’an ji bo dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê bibe xwediyê pêvajoyeke dîrokî û pêşketinên girîng û mayînde.
Ji niha ve mirov dikare bêje bi Tevgera Şoreşa Yekbûyî re dawiya seltenata AKP'ê hatiye, xeyalên Erdogan ên 2023’an têk çûne û faşîzma AKP'ê wê di nava xeyalên xwe de têkçûn û şikestana herî mezin bijî. Ji bo Tirkiyeyê hêviyek nû derketiye û ji tevahiya bindestan re ronahiya rizgarbûnê hatiye dîtin. Lewma, tişta ji niha şûnde bê kirin, hê bêtir rêxistinîbûn, yekitî û têkoşîn kirin e. Hê zêdetir rêxistinîbûn, yekitî û têkoşînekê şoreşger û demokratan, wê faşîzma AKP'ê bê rûxandin û wê gelên Kurdistan Tirkiyeyê xwe bigihînin azadî û demokrasiyê!
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA