Tevgera Goran piştgirî da kampanyaya îmzeyan a bo ‘Azadiya Ocalan’
Tevgera Goran piştgirî da kampanyaya îmzeyan a bo ‘Azadiya Ocalan’
Tevgera Goran piştgirî da kampanyaya îmzeyan a bo ‘Azadiya Ocalan’
Li Hewlêrê Tevgera Goran a Bajarvaniya Deşta Hewlêrê bi daxuyaniyekê beşdarî kampanya îmzeyan a ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bû. Berpirsê Nûnertiya Goran Muhendîs Rêbûwar diyar kir ku ew azadiya Ocalan weke erkek netewî dibînîn û xwest ji bo çareseriyê Ocalan azad bibe.
Însiyatîfa Kampanya Azadiya Ocalan ku di 1’ê Gulanê de li Iraq û tevahiya Herêma Kurdistanê dest bi kampanya îmzeyan a ji bo "Azadiya Ocalan û Girtiyên Siyasî" kiribû, xampanyaya xwe berdewam dike. Piştî kampanyayê 46 roj li pey xwe hiştin, li gelek deveran ji hejmara ku hatibû armanc kirin zêdetir îmze lê hatine komkirin û niha bi sedhezaran îmze hatin komkirin. Însiyatîfa kampanya îmzeyan ku ji bo Ocalan hatine komkirin diyar kir ku li bajarê Hewlêrê heta niha 144 hezar îmze hatine komkirin. Însiyatîfa ku PÇDK, Hemwelatiyên Azad, RJAK û Ciwanên Welatparêz têde cih digrin saet di 17:30’an de ji bo radestkirina formen îmzeyan çûn serdana navenda Nûnertiya Tevgera Goran ya Bajarvaniya Deşta Hewlêrê. Heyetê însiyatifa kampanyayê ku têde Sozdar Kurdistanî, Şêrzad Hesen, Husên Kerkûkî û Telet Hesen cih digirtin, ji aliyê Berpirsê Nûnertiya Goran Muhendîs Rêbûwar ve hate pêşwazî kirin û keyfxweşiya xwe anî ziman. Piştî ku şanda însiyatifa kampanyê û aliyê Tevgera Goran li ser mijara kampanyê axivîn, formên îmzeyan yên ji aliyê însiyatifa kampanyê ve hatibûn amedekirin, jibo kû Tevgera Goran jî beşdarî komkirina îmzeyan bibe radestî nûnerê Tevgera Goran Rêbûwar Muhendis hatin kirin.
'AZADİYA OCALAN KURDAN PÊWIST E'
Piştî ku forma kampanyayê ji aliyê Berpirsê Nûnertiya Goran Muhendîs Rêbûwar ve hate îmzekirin ji DÎHA'yê re axivî. Rêbûwar xebatên birêvebirina kampanya îmzeyan a ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke erkek netewî û pîroz bilêv kir û wiha got: “Ez vê hewildan û tekoşîna we bi şanazî û keyfxweşî pîroz dikim. Ji ber kû azadiya birêz Ocalan weke ji bo mirovahî û gelê Kurd weke pêwîstiyek dîrokî dibînim. Ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê PKK’ê û gelê Kurd bitaybet Kurdên Bakûrê Kurdistanê tişta ket ser milê xwe kirin, lewra niha di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratik ya pirsgirêka Kurd de rêza pêngav avêtinê di destê Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk de ye.”
Rêbûwar bang li dewleta Tirk, hikûmeta AKP’ê û aliyên peywendîdar kir kû ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi riyên demokratik û aştiyane bi awayek serkeftî bigehe armanca xwe pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Lewra divê hikûmet vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bîne cihe. Rêveberê Ciwanên ser Tevgera Goran Aso Silêman jî bang li dijminên gelê Kurd û Kurdistanê kir û wiha got: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya tevayî Kurdane. Ez bang li dijminan dikim kû bila dev ji me berdin û bila Kurd serokatiya me bikin ne Tirk, Ereb û Faris. Lewra divê birêz Ocalan Azad bibe û erkê xwe yê rêbertiyê di nav gelê xwe de pêkbîne.” Endamê însiyatîfê Telet Hesen jî keyfxweşiya xwe jibo helwesta Tevgera Goran anî ziman û hêviya serkeftina kampanyayê xwest.