Tevgera Ciwanên Şoreşger: Rêber Apo wê bi çalakiyên me azad bibe
Tevgera Ciwanên Şoreşger got, "Em bi çalakiyên xwe, komploya 15'ê Sibatê ji hev bixînin û Rêber Apo azad bikin". Tevgerê bang li ciwanan kir, ku her cihî veguherînin qada çalakiyê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger got, "Em bi çalakiyên xwe, komploya 15'ê Sibatê ji hev bixînin û Rêber Apo azad bikin". Tevgerê bang li ciwanan kir, ku her cihî veguherînin qada çalakiyê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, alîgirên statukoyê yên komploker, polîtîkayên xwe yên înkarkirina Kurdan li qada navneteweyî didomînin û hat gotin, "Êrîşên destpêkê yên destwerdana li Rojhliata Navîn a ku komploya navneteweyî xist dewrê, li dijî Rêberê me û di şexsê wî de li hemberî gelê me hat kirin."
'DIVÊ EM ÇALAKIYÊN XWE BÊ NAVBER BIDOMÎNIN'
Tevger got, "Hêzên navneteweyî yên ku bi rengekî bêhiqûqî xefik li ber Rêberê me danîn û ew radestî rejîma faşîst a Tirk kirin, di roja îro de bi helwesta ku naxwazin gelê me yê li Rojava bibe xwedî statu, di komployê de israr dikin. Feraseta ku komploya navneteweyî xist meriyetê, feraseta naxwaze gelê Kurd li Rojhilata Navîn bibe xwedî statu ye. Heta ku Rêberê me azad nebe, gelê Kurd li ti qadê nabe xwedî azadî, maf û statuyê. Tecrîda hovane ku 18 sal in li pêş çavên cîhanêt ê kirin û cihê xwe di nava nirxên exlaqî de nîne, dewam dike. Hebûna îşkenceya tecrîdê bi xwe, hovîtiya zîhniyeta înkarker radixe pêş çavan. Li dijî vê hovîtiyê, em bang li ciwanên Kurdistanê dikin, ku heta jihevxistina komploya 15'ê Sibatê û azadkirina Rêber Apo, bi rengekî bê navber çalakiyên xwe bidomînin.
Ya ku di şexsê Rêber Apo de dîl hatiye girtin, vîna jiyana bi rûmet û azad a gelekî ye. Divê ciwanên Kurd xwedî li vîna jiyana bi rûmet û azad derkevin û tevlî têkoşîna jihevxistina sîstema Îmraliyê ya îşkencekar bibin. Pêwîste ciwanên Kurd li her qadê, li dijî dijmin û nokeran çalakiyan lidar bixin û komploya 15'ê Sibatê şermezar bikin. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em bang li ciwanên welatparêz dikin ku li her cihê lê ne, xwedî li Rêbertî derkevin."
Di dawiyad axuyaniyê de bang li ciwanan hat kirin, ku her cihî bikin qada çalakiyê û xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.