Tevgera Civaka Piralî beşdarî Rêveberiya Demî dibe

Tevgera Civaka Piralî beşdarî Rêveberiya Demî dibe

Tevgera Civaka Piralî piştgiriya xwe ya bi projeya rêveberiya demî ya hevbeş a Rojavayê Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku ev proje dikare bibe projeya tevahiya Suriyê, lewre ewê jî tevlî rêveberiya demî bibe.  

Tevgera Civaka Piralî ku xwe wekî tevgerek siyasî û civakî ya gelên Suriyê binav dike û ji bo demokratîkbûna Suriyê têkoşîn dide, piştgirî da projeya rêveberiya demî ya Rojava.

Seroka Tevgera Civaka Piralî Rende Qesîs têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ev proje demokratîk e û dikare bibe projeya tevahiya Sûriyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re gelên Sûriyê bi hêvî bûn ku ji bin çewisandina dehên salan rizgar  bibin,  lê piştre şoreş ji xeta xwe ya azadiyê derket û Sûriyê bû qada pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên Îslamî de, welat jî ber bi wêraniyê ve birin.

Di daxuyaniya de hate diyarkirin ku di vê rewşê de pêdivî bi xeta sêyemîn a li dijî şer û pevçûnan hebû û wiha hate domandin: "Tişta ku li herêmên Kurdan çêdibe, ewlehî û aramiya ku peyda bûye û saziyên xizmetê yên hatine ava kirin, nîşana wê yekê ku ev rêya sêyemîn a durist e. Di encama vê siyasetê de îro li herêmên Kurdan rêveberiya demî tê ava kirin ku hemû pêkhateyên herêmê dikarin cihê xwe di nav de bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştî avakirina Meclîsa Giştî ya Damezirandina Rêveberiya Demî, Tevgera Civaka Piralî bi meclîsê re hevdîtin pêk aniye û piştgiriya xwe aniye ziman, her wiha diyar kiriye ku di vê pêvajoya hesas de ev proje dikare bibe projeya tevahiya Suriyê, lewre ew ê jî tevlî vê xebatê bibin.