Tevgera Azadî gerîlayên li Celewla û Sadiye ziyaret kir
Tevgera Azadî gerîlayên li Celewla û Sadiye ziyaret kir
Tevgera Azadî gerîlayên li Celewla û Sadiye ziyaret kir
Piştî ku operasyona li ser Celawla û Sadiye bi dawî bû û gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ketin nava Celawla, gelek kesayet û xelkê herêma Kelar û Xaneqînê, gerîlayên li herêmê ziyaret kirin û spasiyên xwe pêşkêşî wan kirin.
Rojek piştî operasyona rizgarkirina Celawla û Sadiye, heyetek ji Kelar û Xaneqînê ku li gel kesayet û gelê herêmê pêşmerge jî hebûn, bi 8 wesayîtan gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ziayret kir. Heyeta ji 30 kesan, ji aliyê gerîlayan ve hat pêşwazîkirin.
Heyeta ku di nav de endama Tevgera Azad a Xaneqînê Dr. Rabîa Abas, Berpirsyarê Tevgera Azad a Xaneqînê Ferhat Hesen, endamê Malbatên Şehîdan a Kelarê Mamoste Alî bavê gerîlayê HPG'ê şehîd Karwan û Gabar û endama Desteya Rêveber a Tevgera Azad a Germiyanê Zeynep Germiyan, endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Yadîgar Mîkamîl û yek ji berpirsyarên pêşmergeyan Neqîb Elî Xidir, di serdanê de bi gerîlayan re li ser tiştên qewimîne sohbet kir.
'MÎNAKEK SERKETINA YEKÎTIYA HÊZÊN KURD CELAWLA YE'
Dr. Rabîa Abas û Ferhat Hesen di axaftina li serdanê de bal kişandin ser girîngiya hêzên hevbeş ên Kurdistanê û gotin, "Weke endamên Tevgera Azadî îro em dibînin, ku şerê bi yekîtiya gerîla û hêzên pêşmergeyan, mînakên bi çi rengî yên serketinê bi xwe re tîne. Ev mînak îro li Celawla tê dîtin. Em hêvîdar in wê yekîtiya neteweyî çêbibe."
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Zeynep Germiyan jî di axaftina xwe de diyar kir ku divê her kes xwedî li berxwedana li Celawla û Sadiye derkevin û destnîşan kir, ku yên îdîa dikin hêzên gerîla li Celawla nîne, ew ji dagirkerên Kurdistanê re xizmetê dikin.
Ji Komeleya Ciwanên Welatparêz Yadîgar Mikamîl jî got, "Bi hatina serdana gerîla û pêşmerge re em kêfxweş bûn. Em weke ciwan dibêjin bila ruhê neteweyî ava bibe, ji ber ku dijminê Kurdan nabêje ev pêşmerge ye yan ev gerîla ye. Hemûyan hedef digire. Em jî dibêjin li hemberî dijmin em hêza xwe bikin yek."
Yek ji fermandarên pêşmergeyan Neqîb Elî Xidir jî da xuyakirin ku di encama planeke hevbeş a gerîla û hêzên pêşmerg de Celewla hatiye azadkirin û got, "Îdîayên dibêjin gerîla li Celewla nîne, derew in. Me li gel gerîla mil bi mil, bi lehengî şer kirin û derbên mezin li çeteyan dan."
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Elî jî got, "Ji ber ku hêzên gerîla û pêşmerge bi hev re li hemberî cinawiran şer kirin û Celewla rizgar kirin, em gelekî kêfxweş in. Şerkirina gerîla û pêşmerge wê bibe wesîleya yekîtiya neteweyî."
Fermandarê gerîla Birûsk jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana heyetê anî ziman û got, "Ev serketina ku li Celewla hatiye bidestxistin, serketina gelê Kurd e."
Heyetê piştî ku bi gerîla û pêşmergeyan re wêne kişand xatir xwest.