TEV-DEM, ji bo azadiya Ocalan banga grevê kir

TEV-DEM’ê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê lenet kir, bang li her kes kir ku ji bo azadiya Ocalan rola xwe bilîze.

TEV-DEM’ê, bi boneya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

ʺKomploya navnetewî ku di encamê de Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Coalan dîlhate giritin, di 15ʹê Sibatê de dikeve sala xwe ya 19ʹan. Li girava Îmraliyê tecrîdek mezin li ser Ocalan hatiye ferizkirin, bi vê yekê dixwazin îradeya gelê Kurdistanê binpê bikin û koletiyê li ser wan feriz bikin. Di heman demê de dixwazin Şoreşa Demroaktîk li tevahiya Rojhilata navîn rawestînin.

Ev komploya li dijî nirx, exlaq, netew û mirovahiya ku hêzên civakî li cîhanê ji bo wê tekoşîn derbe dike. Komploya li dijî Rêber Ocalan derbeyeke li dijî rêgez û yasayên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo têkiliyên siyasî yên navdewetlî dîzeyn bikin, hatine danîn e. Li ser vê re jî di dîroka mirovahiyê de ev sûcekî ji hemû kiriyaran cûdaye, hejmarek mezin ji nûnerên sîstemên desthiladara û navdewetlî yên cîhanê cihê xwe di konploya dîlgirrtina wî de giritin.

Lê Rêber Ocalan bi berxwedana xwe ya cuda karîbû hemû bingehên komployê vala derbixe û wê ji naveroka wê derbixe. Bi felsefe û nerîna xwe ku îro li tevahiya Rojhilata Navîn bûye bingeha pirojeya tekoşîna li Rojhilata Naîvn ku bingeha Demrokraîtk pêk tîne û bingeha hemû hêzên desthiladar ên herêmî û dewlet netewan dihejîne.

Em di TEV-DEMʹê de tekez dikin ku ev rojeke reş e, ji ber ku komplo ne li dijî kesaya Rêber Ocalan pêk hatiye, lê belê ev komplo li dijî hemû dozên mirovahiyê ye û di serî de li dijî doza gelê Kurdistanê û mafê wî ji bo hebûnê ye. Hedefgiritina Rêberiyê hedefgiritina jiyana hevbeş û biratiya gelane, her wiha hedefgiritina pêkanîna demokrasiya li Rojhilata Navîn a ku mixabin bûye navenda şerê desthiladariyê, li şûna ku bibe navenda civakbûyîna ewle ku mafê hemû Isanan diparêz e.

Ji ber vê yekê em wekî TEV-DEMʹê bi partî û sziyên xwe ve komployê şermezar dikin, em dibêjin ku îro û sibehê bi kar û berxwedana dîplomasiya civakî bi armanca têkbirina tecrîda li ser Rêberê Ocalan û serbest berdana wî erka mirovahiyê, exlaqê insanî û siyasî ya gelê me ye.

Em careke din tekz dikin ku azadiya Rêber Ocalan bûye pêkanîneke divê hemû civaka Kurdistanê, hemû hêzên demokraîtk, saziyên civaka sivîl , pêkheteyên qanûnî li herêmê û cîhanê hêza xwe ji bo pêkanîna wê zêde bikin. Ji ber ku ev yek nûnertiya aştî, aramî, ewlekariya herêmê pêk tîne û hêviya gelan a xwezayî temsîl dike.ʺ