TEV-DEM'ê li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kir
TEV-DEM'ê li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kir
TEV-DEM'ê li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kir
Koordînasyona TEV-DEM'ê di roja 25'ê Mijdarê de bang li tevahiya gelê Rojava kir û wiha got: "Wekî gel û civak, jin û zilam tişta ku ji me hemûyan tê xwestin ew e ku em destê xwe bidin hev û li hemberî hişmendiya tundiyê li dijî jinê tekoşîna xwe bikin yek û xurt bikin.Pêşeroja azadî, demokrasî û dawîlêanîna tundiyê bi tekoşîna ku şehîdên me yên leheng û berxwedêr wê pêk were."
Bi rasthatine 25'ê Mijdarê roja tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"25'ê Mijdarê ku wekî roja fermî ya tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye ragihandin, li hemberî hişmendiya cudabûn û tundiya li dijî jinê bûye semboleke navnetewyî ya tekoşînê. Civaka ku dixwaze azad bibe, di destpêkê de divê hişmendiya tundiya li dijî jinê derbas bike. Bi vê yekê dikare dest bi avakirina jiyaneke azad û demokratîk bike.
Tevî ku cîhana me ya îroyîn îdîa dike ku ew di asta herî jor a pêşketinê de ye jî, lê hejmar û rastiyên ku derdikevin holê û rojane em li pêşiya xwe dibînin diyar dikin ku divê di asta navneteweyî de gelek kar were kirin. Kiryarên herî kirêt û sûcên herî mezin li hemberî mirovahiyê di vê salê de bi hatin kirin. Êrîşên barbarî û hovane yên çeteyên DAIŞ'ê li dijî gelê Kurd li Şengalê nîşana herî mezin û rastiya herî li ber çav a vê tundiyê ye. Çeteyan li Şengalê kiryarên herî kirêt û dijmirovane di derheqê jinên Kurd ên Êzidî de kirin û wan li bazarên Sûriye û Iraqê firotin."
Di daxuyaniya TEV-DEM'ê de hat gotin ku ev rastî diyar dikin ku hişmendiya baviksalariyê ku li ser bingeha tundiya li dijî jinê desthilatdariya xwe ferz dike, hê didome û hewl dide çarenûsa gel û civakan kontrol bike û ji bo wan şer ku nirxên mirovahiyê binpê dike biafirîne.
Di berdewamiya daxuyaniya TEV-DEM'ê de hat gotin: " Wekî gel û civak, jin û zilam tişta ku ji me hemûyan tê xwestin ew e ku em destê xwe bidin hev, li hemberî vê bêaqilî û ne mirovahiyê tekoşîna xwe bikin yek û xurt bikin. Her wiha divê em li hemberî çanda tundiyê bi hemû cureyên wê bisekinin. Ev yek bi pêşxistina berxwedanê ku bi navê mirovahiyê û jiyana azad tê kirin, pêk tê."
Tevgera Civaka Demokraîtk destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo jinan li tevahiya cîhanê tehdîda herî mezin in û di hemû civakan de hê jî tundiya li dijî jinê di asta herî bilind de didome û ev yek jî ji çanda tundiyê ve derdikeve. Di daxuyaniyê de wiha hate ziman: "Di vê rojê de em berxwedana dîrokî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li herêma Kobanê ku li hemberî hişmendiya tundiyê ya hovane ku çeteyên DAIŞ'ê temsîla wê dikin, bi nirx û pîroz dibînin. Ev berxwedan ji bo berxwedaniya tevahiya jinên cîhanê ya li hemberî çanda tundiyê bûye sembol.
Wekî Tevgera Civaka Demokratîk ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve me pêwîstiya beşdarbûna aktîf a jinan bi hemû astan di nava kar û çalakiyên saziyên me de dît û dibînin. Me ji bo pêkanîna wekheviya rasteqîne di navbera jin û mêr de me hertim hewldan kirine. Ji ber ku em bi têgeha 'Azadiyê jin tê wateya azadiyê civakê' baş bawer dikin, me ji bo tevahiya saziyên xwe sîsetema hevserokatiyê hilbijartiye. Li ser vê bingehê û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me tevgera xwe damezirandiye."
Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha hat bidawîkirin: " Li Kobanê destane û efsaneyên qehremanî û lehengiyê yên herî bi nirx hatine nivîsandine. Ev berxwedana di kesayeta Şehîd Arîn Mîrxan û hevalên wê de ku li hemberî tundiya hovîtiya paşverû ya çeteyên DAIŞ'ê, tê temsîlkirin. Di vê rojê de em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li bin ala 'Berxwedana mezin a Kobanê', refên xwe bikin yek. Em dibêjin ku pêşeroja azadî, demokrasî û dawîlêanîna tundiyê bi hemû cureyên xwe bi tekoşîna ku şehîdên me yên leheng û berxwedêr wê pêk were."