TEV-DEM: Dewleta Tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê dike
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hişyarî da ku dewleta Tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê dike û ji bo vê jî wê koçberên li kampa Etmayê li gundên Efrînê bi cih bike.
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hişyarî da ku dewleta Tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê dike û ji bo vê jî wê koçberên li kampa Etmayê li gundên Efrînê bi cih bike.
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê li ser polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo guhertina demografiya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da.
Daxuyanî wiha ye:
"Armancên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrîna bi ewle û gundên wê, ji 20‘ê Çile ve dest pê kir û heta vê kêliyê didome. Ne pêwîst bû ku xebat ji bo şopandina rastiya vê yekê were kirin, gelê me ji destpêkê ve û merheleyên amadekariyên wê eşkere kiriye. Tirkiye berovajî ku îdîa dike, her tim hewl dide yekîtî û jiyana hevbeş a di herêma me de û tevahî Sûriyeyê parçe bike û amûrên nû ku derfetên dagirkirinê navendên ku wekî cihê çareserî û peyadkirina aloziya Sûriyê tê dîtin, diafirîne.
Tirkiye bi destwerdana karûbarên Sûriyeyê, bikaranîna çekên qedexekerî û balafiran peyman û pîvanên navneteweyî binpê dike. Vê carê jî li dijî hemû cîhanê derketiye û biryara Konseya Ewlekariyê ya 2401 bi cih nayîne û hê jî di vê helwesta xwe de berdewam e. Dixwaze şerekî navxweyî, fitne û şerekî mezhebî derxîne, ev hemû li dij nirxên neteweyî ye.
Tirkiye, piştî ku danûstandinên beşdarkirina wê ya ji bo Yekîtiya Ewropya bi ser neketin, ji havîna 2015'an ve koçberên Sûriyeye wekî amûrekî zextê li dijî Ewropayê bi kar tîne. Îro jî koçberan wekî çekeke stratejîk di şerê xwe yê li dijî Efrînê bi kar tîne. Derewên Tirkiyeyê ku mijara mirovahiyê û alîkariyan xistibû dewrê de, derket holê.
Bicihkirina koçberên kampa Etmê ya li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriye li gund û herêmên Efrînê, wê encamên xirab bi xwe re bîne û di serî de wê jiyana sivîlên ku erd û milkên wan li gund hene, bixe xeteriyekê. Wekî tê zanîn, sivîlan li van gundan ji bo parastina jiyana wan, ji gund hatine derxistin, ji ber ku herêmên wan li xeta şerê di navbera çeteyên DAIŞ'î û artêşa Tirk a dagirker ji aliyekî û hêzên berxwedêr ji aliyekî din ve ne. Gelê Efrînê jî roj bi roj li benda ku gundên wan were rizgarkirin û cardin lê vegerin. Bicihkirina koçberan li gundên Efrînê rê li pêşiya şerekî di navbera xwediyên resen ên gundan û koçberan de derkeve. Li ser vê yekê nêzîkatiyên Tirkiye yên ji bo guhertina demografiya herêmê wê bandorekê neyinî li ser ewlehiya herêmê bike.
Em wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê van lîstokên qirêj bi tundî şermezar dikin. Tirkiye bi planên xwe dixwaze koçberên ku ji ber şer reviyane li hemberî gelê me bide şerkirin. Rêjîma Baas di salên 60‘î de bi projeya 'Hîzam Erebî' heman tişt kir û lîstokeke derxistina tevliheviyê di navbera gelên Sûriyê de kir.
Em tekez dikin ku, em ne dijî pêkhateyekê Sûriyeyê ne, Efrîn ji destpêka şoreşê û aloziya Sûriyê bi sedhezaran koçberên ji herêmên Sûriyeyê hembêz kir, lê di heman demê de em naxwazin beşeke Sûriyeyê bibe amûreke ji bo planên Tirkiyê yên şerê li dijî gelê me.
Em bang li aliyên berpirsyar, di serî hêzên navneteweyî, Konseya Ewlekariyê, rêxistinên mafên mirovan, Komseriya Giştî ya Koçberan dikin di zûtirin demê de destwerdanê bike û lîstoka ku koçberan ististmar dike rawestîne. Koçberên ku wê li herêmên germ ên şer, ku ne dûr Tirkiyeyê ji bo reşkirina rastiya gelê me yê berxwdêr wan bikuje, paşê jî wan wekî qurbaniyên hêzên berxwedêr ên Efrînê bi nav bike.
Em bang li hemû koçberên li Tirkiyeyê, bi taybet ên di kampên Etmê de dikin ku ji van lîstokan hişyar bin û qebûl nekin ku bibin amûrê polîtîkeyên Erdogan û dijminahiya wê. Efrîn wê li ber xwe bide, gelê wê gav paşde neavêje, heta ku serketinê qezenc bike û çeteyên Erdogan û artêşa wî têk bibe."