TEV-ÇAND Ewropayê Seyidxanê Boyaxcî bi bîr anî

TEV-ÇAND bi daxuyaniyekê Seyidxanê Boyaxcî bi bîr anî û diyar kir ku ew bû bilbilê Amedê, nirxê çand û hunera gelê Kurd.

Ji ber wefata dengbêj Seyidxanê Boyaxcî (Seydo Şîmşek) Tevgera Çandê ya Demokratîk a Ewropayê (TEV-ÇAND) peyamek weşand.

Peyama TEV-ÇAND'ê wiha ye:

"Bi dilgiranî û xemgînî me nûçeya koça dawî ya dengbêj û hozanê mezin Seyidxan, pêşwazî kir. Dengbêj Seyidxan ku navê wî yê rast Seydo Şimşek e, wekî 'Xalê Seyidxanê Boyaxcî', di nav hemu Kurdan dihate nasîn. Bi stran û dengbêjiya xwe cihê xwe li ser textê dilê hemû Kurdan neqişand.

'Gula Mala Dengbêjan' demên dirêj reng veda li kolanên dîrokî yên Sûr a Amedê û stran ji Kurdên her çar parçên Kurdistanê ku lê dibûn mêvan got. Beriya wê jî di salên kedkarî û karkeriya xwe de, di nav gel de bi dengê xwe hate naskirin û hezkirin û bû xwedî roleke girîng di parastina çand, kelepûr û zimanê Kurdî de, mîna hemû hunermendên gelêrî.

Ew bû bilbilê Amedê, mîratê dengbêjiyê, hezkerê Têliyê û babikê Kurdan. Ew bû nirxê huner û çanda gelê Kurd. Dengê wî, wê her li dinê bimîne.

Di oxira wî de, em bejna xwe li ber ditewînin, bi rêz û minet bibîr tînin."