TEV-ÇAND'ê bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir

TEV-ÇAND'ê, bernameya xwe ya çalakiyên ji bo Ocalan li Ewropayê li dar bixe, eşkere kir.

Xebatkarên TEV-ÇAND a li Ewropayê, li dijî polîtîkaya gef û tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, plansaziyeke çalakiyan amade kir.

Li ser mijarê daxuyaniyek hate weşandin û hat ragihandin, ku ev pêvajo pêvajoya xwedîderketina li sedema hebûna xwe ye, xwedîderketina li welatparêzî, wesfên însanî û dîrokî û çanda xwe ye.

TEV-ÇAND'ê bang li gelê Kurd, bi taybetî jî kedkarên çand û hunerê kir ku bi rengekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibin û wiha dewam kir: "Ji bo em hebûn, çand û zimanê xwe bidomînin, heta azadiya Kurdistanê divê em xwe ji qada çalakiyan venegirin. Em zanin ku ev pêvajo kurt nîne. Girîng e em xwe ji têkoşîneke demdirêj re amade bikin. Heta ku sîstema Îmraliyê ji hev bixînin û Rêberê xwe azad bikin, divê em têbikoşin. Dem dema xwedîderketina li Rêbertî ye. Hemû xebatkarên çand û hunerê wê bi vê têgihiştinê li qadan bin."

PLANSAZIYA ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de li ser plansaziya çalakiyan ev agahî hatin dayin:

BAKURÊ FRANSAYÊ

21'ê Cotmeha 2017, wê saet di navbera 12:00-17:00 de konê agahdarkirinê bê vedan û ji komeleyê heta Repûblîque Galerî bi estrumanan wê meş bê kirin.

22'ê Cotmeha 2017, li dora Parîsê wê tûra bisikletan bê kirin. (çalakger wê tîşortên ji wêneyên Rêbertî li xwe bikin)

23'ê Cotmeha 2017, li ber Dêra Spî wê pêşangeha wêneyan a Rêbertî bê vekirin û belav bên belavkirin.

24'ê Cotmeha 2017, li meydana Trecadero wê govend bê gerandin. Bi belavokên ji bo Rêbertî wê nepox bên firandin.

25'ê Cotmeha 2017, li ber katedrala Notre Dame wê çalakiya bi muzîkê bê kirin, ji bo Rêbertî stran û sirûd bên gotin. (Cihê çalakiyê dikare bê guhertin)

26'ê Cotmeha 2017, hunermendên TEV-ÇAND'ê wê konsereke hevpar bidin. Konser wê li navenda Parîsê pêk were.

SWÎSRE

28'ê Cotmeha 2017, saet di 13:00 de wê li ber stasyona navendî ya Lûzernê mîtîng bê kirin. Di mîtîngê de wê şano bê lîstin, stran bê gotin û govend bê gerandin.

ELMANYA

Dortmûnd: 27'ê Cotmeha 2017, li ber HBF a Dortmûndê wê saet di 17:00 de mîtîng were lidarxistin.

Dusseldorf: 27'ê Cotmeha 2017, saet di navbera 17:00 - 19:00 de mîtîng bê kirin.

Dusseldorf: Navnîşan;  Schadowplatz 40212 Dusseldorf

Bonn: 27'ê Cotmeha 2017, saet di navbera 11:00 - 18:00 de li Munsterplaz 53111 Bonn mîtîng bê lidarxistin.

Essen: 27'ê Cotmeha 2017, saet di navbera 14:00 - 18:00 de li ber HBF mîtîng bê organîzekirin.

Hannover: 27'ê Cotmeha 2017, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 16:00 de li ber HBF'ê mîtîng were lidarxistin.

Hambûrg: 28'ê Cotmeha 2017, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 16:00 de li ber Altona Mercado mîtîng pêk were.

Bi beşdariya ji gelemperiya NRW, 28'ê Cotmeha 2017, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 16:00 de li ber Koln Domê mîtîng were lidarxistin.

Dûîsbûrg: 28'ê Cotmeha 2017, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 16:00 de li ber HBF'ê mîtîng pêk were.

Berlîn: 28'ê Cotmeha 2017, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 16:00 de li ber HBF'ê mîtîng were lidarxistin.

Heîlbronn: 28'ê Cotmeha 2017, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 16:00 de li ber HBF'ê mîtîng were lidarxistin.

Stûttgart: 29'ê Cotmeha 2017'an, li Schlossplatzê saet di navbera 14:00 - 17:00 de mîtîng bê lidarxistin.

HOLLANDA

Den Haag: 28'ê Cotmeha 2017, bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê wê saet di 14:00 de otobus bê pêşwazîkirin û mîtîng were lidarxistin.

Amsterdam: 29'ê Cotmeha 2017, saet di 12:00 de meş û mîtîng were lidarxistin."